
Ji ajansa Sputnîk Kurdistanê Fethullah Ozmen têkildarî albuma Egîd Işik axivî. Li gorî nûçeya ku Ozmen çêkiriye, Işik diyar dike ku ew ji zû de ye ez bi muzîkê re eleqedar dibe û wiha axiviye: “Muzîk ji bo min tim karekî hestî bû. Ji ber ku derfêtên min tune bûn, ez bi awayekî profesyonel pê re eleqedar nedibûm. Min pêşî li civatan, li komaleyan stran gotin û li komeleyan min komên muzîkê ava kirin. Albuma min ji deh stranan pêk tê. Du heb ji stranan min çêkirine, yên din jî stranên gelêrî ne. Ez dikarim bêjim ku ev serpêhatiyên min ên muzîkê ne. Di albumê de şêwazeyên ku karîgerî li ser min kirine, min bi kar anîne. Wek country, flamencoyê.”
Hevalbendiya bi muzîkê
Egîd dibêje ku ew di hunera xwe de biratiya muzîkan esas girtiy û wiha dirêjî daye axaftina xwe: “Min straneke kurdî û ermenîkî bi hev ve danî û tiştek xweş çêbû. Wekî her gav ‘biratîya gelan’ tê ziman, min di şûna wê de ‘biratîya muzîkan’ bi kar anî. Ji ber ku dawiya beşa strana kurdî û ya beşa navê muzîka ermenîkî de beşek hebû ku notayên wan wek hev bûn, Vê zahf bala min kişand, min jî wan nêzîkî hev kir û tiştek wisa cuda derket. Strana ‘Ay Narê’ di albumê de bi wî awayî derket hole.”
Hest û muzîka Egîd
Egîd Işik girêdana hestên xwe yên bi muzîkê re jî wiha tîne ziman: “Di muzîkê de tiştekî ‘ev rast e, an jî ev xerab e’ tune ye. Li gorî min, ez li dû hestên xwe diçim, ez çi hîs bikim ew e. Di muzîka min de ez dixwazim her bingeha wan cuda be. Ez ji stranên gelêrî pir hez dikim lê bikaranîna amûrên gelêrî dibe ku xweş be, lê wê demê divê şîroveya te jî gelêrî be. Ez vê tiştê napejirînim, bi fîkra min divê deng teqez kurdî be lê bingeha wê bi şêwazeke din fî dibe.”
Konsêra yekem
Egîd Işik ji bo danasîna albuma xwe konsera xwe ya yekem dê di 10’ê çileyê de saet di 19.00’an de li Navenda Çandê ya Nû bide. Işdik dê di konserê de ji albumên xwe stranên xwe bi muzîkhezar re parve bike.
SERWÎSA NÛÇEYÊN ÇANDÊ