Meşê ji meydana Riponne'yê destpê kir û heta kolana Ouchy a lê peyman hat morkirin, dewam kir. Dûre li ber cihê peyman lê hat morkirin mîtîng hat lidarxistin û pankartên bi nivîsa "Ji Lozana 2. re Na", "Lozan bê hikum e", "40 mîlyon Kurd statu û edaletê dixwazin" hatin vekirin û slogan hatin qêrîn. Di meşa ku Federasyona Karkerên Koçber a Swîsreyê (IGIF) destek da de, li ser wateya vê peymanê ji bo Kurdan broşur hatin belavkirin. Endamê Meclîsên Civaka Kurd a Demokratîk Hanîfî Hoca li mîtîngê axivî û destnîşan kir û bi şoreşa Rojava re peyman ji aliyê Kurdan ve bi temamî bê hikum bûye. Hoca ragihand ku zîhniyeta beriya 92 salan parçebûyîn li Lozanê li ser Kurdan ferz kir niha hatiye tunekirin û destnîşan kir ku bi têkoşîna Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û Rêbertiya wê re, planên hêzên navneteweyî û xulamên wan, hatine pûçkirin. Di axaftina li ser navê PYD'ê hat kirin jî banga destekkirina şoreşa Rojava hat kirin. 

LOZAN