Parêzera navdar û parazvana mafê mirovan Amal Clooney ji bo dadgehkirina DAIŞ´yên li Iraq û Sûriyê sûcê qirrkirina Êzîdiyan kir û sûc li dijî mirovahiyê kir, dadgeheke navneteweyî bê avakirin. Clooney îşaret bi koalîsyona li dijî DAIŞ´ê jî kir û got, “Ma 79 welatên ku ji bo şerê li DAIŞ´ê dikarîn bên cem hev, çima nikarin li Laheyê yan jî li devera sûc hatî kirin, dadgehekê ava bikin?”
Clooney di rûniştina li ser şideta cinsî di şer de ya li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de peyivî û tevî Nadia Murad a xelatgira Nobela Azştiyê ya îsal, banga lêkolîna sûcan û dadgehkirina sûcdaran kir. Clooney bi bîr xist ku di destê hêzên QSD´ê de bi hezaran DAIŞ´î hene û heger pêvajoyên hiqûqî bi rê ve neçin, tehlûkeya berdana van kesan heye.
Edalet nebe DAIŞ naşike
Clooney îşaret bi helwêsta Rûsya ya ku wê nebe alîkar ji bo avakirina dadgehên ceza yên navneteweyî bi bîr xist û got, mexdûr dixwazin çareseriyek bê peydekirin. Clooney axaftina xwe wiha bire serî: “Ma 79 welatên ku ji bo şerê li DAIŞ´ê dikarîn bên cem hev, çima nikarin li Laheyê yan jî li devera sûc hatî kirin, dadgehekê ava bikin? Armanca koalîsyona navneteweyî têkbirina DAIŞ´ê ye, lê belê edalet pêk neyê ev ne mumkin e.”