Bêhna xwînê ya li hawirê kolanan dikişand. Qîrîna jinan li her derê banga azadiyê dikir. Wê baran bibare, berf bihele, her tişt derkeve holê. Wê kesên Egîd, zincîra koletiyê ji binî ve rakin.
Roja 46’an a pêngavê bû. Li kêleka piyê wî ala parastvanan nivîsî bû. Li ser kinc û rextê wî bi xeteke zirav û rengê zer ew peyv nivîsî bû. Em çar rojan ji sibê heta êvarê li bin siya dîwar rûdiniştin. Em li bendê bûn ku bihêlin em bi pêş ve herin. Lê her ji me re digotin, “Nabe, hûn rojnemevan in!”
‘Em ê bi ya te bikin’ Roja çaran me dîsa israr kir lê dîsa gotin “Na!”. Em çûn li cihê xwe yê her roj rûniştin. Saetek çû, çar çûn, nebû. Şervanek hat. Ji hundirê çavan bi me re dikeniya, piştre bi lêv jî bi me re keniya û paşê got; “Ev çar roj in hûn tên li vir rûdinin, we xêr e?” Me got “nahêlin ku em biçin pêş”. Navê wî Amed bû. Amed got, “Ka ez we bibim, lê hûn heta sozekê nedin min, ez we nabim”. Me got “Me bibe, te çi got em ê bi ya te bikin Amed.” “Divê min çi got hûn wek min bikin haa, temam!?” “Temam, soz.” “Binêrin, ez ê destpêke biçim, piştre hûn jî yek bi yek li pey min werin” Min pirsî “Ma em hemû bi hev re herin?” Amed hem bi rûyekî ken û hem jî bi acizî got “Na! Destpêkê ez ê biçim, ji ber ku mayîn gelek in. Ger tiştek bi min hat, hûnê bi paş ve birevin.” Me hemûyan bi dengekî got “Na, nabe.” Amed jî bersivand “Wê demê ez jî we nabim” Em hemû bêdeng man, piştre bi dengekî nizm me got “Temam. Em ê bi ya te bikin” Amed li pêş û em jî li pey wî carna gav bi gav carna bi rev çûn noqteya herî pêş. Amed got “tenê nîv saet ji we re heye ku hûn karê xwe bi dawî bikin”. Bi lez û bez me rapora xwe amade kir û em vegeriyan noqteya xwe ya destpêkê û em rûniştin.
Xweşikbûna bêhempa Amed ji wê noqteya ku saetekê dirêj kir heta cihê ku paşê gihîştinê behsa şeva derbasbûyî dikir. Em gihîştin noqteyê. Roj ber bi avabûnê ve diçû. Fermandarên ku enî bi rê ve dibirin, komên êrîşê amede dikirin. Navê Amed jî di nav rêzê de bû. Wê biçûya ji bo rizgarkirina cihên ku di destên çeteyan de ne. Beriya ku biçe xatir ji me xwest. Bi çavên tijî azadî li hevalên xwe yên ku ji gel wan biçe mêze dikir. Min jî wê demê ew wêneyê ku bi xweşikbûneke bêhempa li hev meyzedikirin girt. Amed bi dengekî bilind û bi ken got “Te ez îro bi wêne û dîmenan kuştim. Wê hevjîna min li min meyze bike.” Piştî vê hevokê ez matmayî mam û berê min ket Amed. Amed dît ku berê min ketiyê ji min re got “Tu çima wilo li min dimeyzînî? Tu dizanî, du zarokên min ê pir biçûk hene, yek 3 mehî ye û yê din jî 1 salî ye. Min gelek bêriya wan kiriye.”
Hêviya dîtinê bi dawî bû Piştî van hevokan Amed serê xwe rakir, rext û çeka xwe hilda ser xwe û bi rê ket. Adina rojê serê sibehê erebeyek ji aliyê xeta ku Amed û hevalên xwe çûbûnê bi awayekî lez ber bi me ve hat. Lingên min ketin ber min. Hevalên Amed serê Amed danîbûn ser palgeha erebeyê lê dengê nalîneke kûr ji Amed dihat. Min ji rêhevalekî Amed pirsî û got “Heval Qendîl, çi bûye?”
Li şûna heval Qendîl Amed bersiva min da û got; “Silavên min ji bo zarokên min û dayika wan bibêje.” Amed duh heman gotin ji heval Mezlûm re jî gotibû. Piştî silavkirina malbata xwe Amed çend deqayan sekinî…
Ew li nav qumaşekî rengîn xemilandibûn û du kesan ew hembêz kiribû… Ez ji rûye Amed têr nebûm. Ew sewta dengê wî ji guhê min dernediket. Gelo min ê careke din ew bidîta?.. Lê hêviya ku careke din wî bibînim, bi dawî bûbû…
WEHBÊ ROMÎ