Zarokên ku divê bûya di sala nû ya perwerdehiyê de di refan de bana, bi jinan re di nava zeviyan de ne. Karkerên ku serê sibê zû radibin û dest bi kar dikin û piraniya wan jin û zarokin di nava zeviyan de rojê bi 40 TL dixebitin.

 Jinên ku di werza biharê de diçin Manîsa û Balikesîrê firingî û hilû lom dikin, di werza havînê de jî li herêma Karadenîzê findiqan kom dikin. Di mehên Îlon û Cotmehê de jî dizivirin welatê xwe, di zeviyan de dest bi komkirina pembo dikin û bêrawestana jinan a rojana dîsan li malê jî carekdin destpê dike. Jinên ku zewicîbin berê xwe dikin zarokên xwe, yên ku mezinê malê be berê xwe dide zarokên malê û hemû sala jinan bi kar derbas dibe.


DÎHA/RIHA