Tiştekî berbiçav li holê tune ye, lê rayedarên hikûmeta Tirk, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, pispor gişt bi yek dengî li dijî Kurdan di nava êrîşeke psîkolojîk de ne; “divê Kurd jidil bin!” Ev du meh in, hêla Tirk di bin siya gotinên ‘aştiyê’ de her roj peywirekê datîne pêşiya Kurdan; ewê çi bikin, çi nekin, yek bi yek dijmêrin. Çapemeniya Tirk jî plan û senaryoyên pêkanîna van peywîran ji raya giştî re aşkere dike; şervanên Kurd wê kengê bi çi awayî vekişin, wê herin ku derê; rêveberên Tevgera Kurd wê herin kîjan welatî û hwd...

Hê jî ji hêla Tirkan ve tu kesî bahsa gavên ku dewlet biavêje nekiriye...
Herkes şîretan li Kurdan dike. Herkes jidilbûna Kurdan dipîve!..
Di heman demê de, her roj propagandaya ‘qehremaniya Tirkbûnê’ tê kirin; “Tirkiye pirr bi hêze, li Rojhilata Navîn dewleteke mînak e. Yekîtiya Ewropayê jî hewceyî Tirkiyeyê ye û ewê li ber Tirkiyeyê werin ser çokan û alikariyê bixwazin(!)..”
Belkî hinek bibêjin; hikûmet dixwaze bi vê polîtîkayê psîkolojiya xelkê Tirk ji aştiyê re amade bike! Lê qet jî wer xwuya nake. Ji ber ku di polîtîkaya tê meşandin de qebûlkirina mafên Kurdan tune ye. Tu kes bahsa mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî û statûya xweseriya Kurdan nake. Bahsa garantîkirina mafên Kurdan di makezagonê de qet nayê kirin! Tu kes qala serbestberdana bi dehhezaran girtiyên Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nake! Û herwiha bahsa sekinandina êrîş û operasyonên li dijî Kurdan nayê kirin...
Berovajî vê yekê, pratîkên kevn her li dar in; operasyonên siyasî û leşgerî, tevlîhevkirina rewşa li Rojavayê Kurdistanê, li qadê navdewletî jî krîmînalîzekirina sazî û kesayetiyên Kurd...
Gelê Tirk jî niha wer difikire ku; qey dema aştiyek pêk were, wê çaxê tu kesî ku ji xwe re bêje ‘ez Kurd im’ namîne. Mîna ku di makezagonê de tê gotin; “li Tirkiyeyê kesên xwedî hemwelatiyê gişt wê Tirk” bimînin. Kurd wê ji nişka ve ji holê rabin, tune bin!..
Dewleta Tirk ji Kurdan re bi tu awayî jidilbûnekê diyar nake; lê bahsa jidilbûna Kurdan dike. Dev ji gavavêtinê berdin; li hemberî hebûn û mafên Kurdan hurmetdayînek jî ne xwuya ye. Yanî, dewlet hên jî dewleta berê ya ku Kurd wê bi zilma wê nas dikin, bi xwe ye!..
Gelo wê çaxê ev ‘pêvajoyê aştiyê’ wê çawa bi pêş bikeve?
Helbet Kurd bi her gotin û gavên xwe dixwazin pêvajoyekî aştiyê bi pêş ve bixin. Niyeta dewletê xirab be jî, dixwazin tenê ji vegotina wê ya ‘aştiyê’ di rastiyê de pêvajoyekî çareseriyê biafirînin. Niyetên xirab an ne zelal çerxî gavên çareseriyê bikin. Li hemberî ewqas pozbilindiya rayêdarên dewletê, bi dilnizmî û fêdekarî hewl didin ku dewlet li hemberî daxwaziya aştiyê ya raya giştî, xwe mecbûr bibîne ku gavan biavêje.
Helbet ev jî bi xwe, xwedîbûna hêzek û bi xwe bawerbûneke mezin divê. Hikûmeta Tirk him li hemberî pêşketinên li Rojhilata Navîn him jî mezinbûna hêza Tevgera Kurd, xwe mecbûr dibîne ku têkîliyên xwe yê bi Kurdan re ji nû ve ber çavan re derbas bike. Konjektûra siyasî ya îroyîn mîna dewletên din, dewleta Tirk jî mecbûr dihêle ku bi Kurdan re têkîliyên bi rengekî nû saz bike. Êdî ne wek serdest û bindest, an jî wek birayê mezin û birayê biçûk; têkîliyên di navbera du îradeyên azad û wekhev divê...
Ji bo aştiyê û jiyaneke azad û serbixwe tim û tim bihêvîbûn divê. Lê beramberî vê yekê divê tu kes xwe jî nexapîne. Tu aştî û çareserî ji hêla serdestan ve nayê dayîn. Serdest tu caran naxwazin bi yên bindest re aştiyekê çê bikin. Aştî wê bi hişyarî û rêsandina têkoşîneke berdewamî pêk were.
Sewa vê yekê; herçiqas vegotin û kirinên dewleta Tirk me Kurdan bêmoral bike jî, divê bê hêvî neke!
Li şîretan guhdar nekin; çareseriyê birêsînin...