Wezîrê Parastinê yê DYE’yê Jim Mattis diyar kir ku wî û Serokê Emerîkayê Donald Trûmp li hev nekiriye û îstifa kir. Ev îstîfaya piştî ragihandina vekişandina eskerên DYE´yê ji Sûriyê, ne yekane krîza di nava rêveberiya serokê DYE´yê Donald Trump de bû. Gelek senatorên komarxwaz û demokrat jî li dijî biryara Trump li raya giştî tiştekî weke kampanyayekê dan destpêkirin.

Nameya kuWezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Jim Mattis ji Serokê DYE’yê Donald Trump re nivîsî, ji aliyê Pentagonê ve hate weşandin.

Bi Trump re li hev nekir

Mattis got, “Mafê we ye ku hûn xwedî Wezîrekî Parastinê bin ku nêrînên wî bêhtir nêzî nêrînên we bin. Ji ber vê yekê, bi dîtina min, a herî rast ji bo min; vekişîne.”

Îstifaya Mattis piştî biryara Serokê DYE’yê Donald Trump a vekişîna ji Sûriyê pêk hat. Wezîrê Parastinê Mattis li dijî vekişîna ji Sûriyeyê bû.

Rayedarekî payebilind ê Qesra Spî ji Reutersê re ragihand ku Trump û Mattis roja Pêncşemê li hev rûniştine û li ser hin mijaran li hev nekirine.

Beriya ku Mattîs îstifaya xwe eşkere bike, Trûmp bi rêya Twîtterê ragihandibû ku wê Mattîs dawiya meha Sibatê dest ji wezîfeya xwe berde û ew ê wezîrekî nû li şûna wî tayîn bike.

Ji Kongreyê heta bi Senatoyê

Di Kongreyê de jî û di Senatoyê de jî li dijî biryara Trump rexneyên dijwar hene. Ji partiya wî ya komarxwaz, endamê Kongreyê Tom Garett doh li Kongreyê li ser vekişîna DYE ji Sûriyê got, “Dewra Meclisa Sûriyeya Demokratîk heyatî ye ji ber ku wê hemû etnîsîte û baweriyên herêmê anîne cem hev.”

Senatora demokrat, Jeanne Shaheen jî doh û pêr bi weşanên televizyonê û daxuyaniyên li senatoyê rexne li biryara Trum girtin. Wê pêr tevê senatorê komarxwaz ê ji partiya Trump li Senatoyê îşaret bi tehlûkeyên vekişîna ji Sûriyê kir û got, “Tenê dijminên me wê sûdê wergirin.” Di bernameyên televizyonê de jî wê ev fikra xwe dubare kir û got, “Hevgirên me li Sûriyê karekî pirr baş kirin di şerê li dijî DAIŞ´ê de û ji bo ewlekirina deverê de da ku azadî li wan vegere û rewşa normal xuya bike. Min ev çavên serê xwe dît gava seê vê salê ez çûm wir û li bazarên herêmê geriyam.

Nabe ku em dev ji hevgirên xwe berdin û divê em destûrê nedin ku DAIŞ ji nû ve derkeve holê.”

 

WASHINGTON

 
 

Divê Bakurê Sûriye bê parastin

 

Wezareta Karê Derve ya Fransayê piştî biryara DYE´yê ya vekişîna ji Sûriyê, daxuyaniyek da û destnîşan kir ku divê ewlekariya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriye û QSD bê misogerkirin.

Li gorî daxuyaniya li ser malpera fermî ya Wezareta Karê Derve, biryara serokê DYE’yê Donald Trump wiha hatiye nirxandin: “Fransa têkoşîna li dijî DAIŞ’ê li pêşiya her tiştî digire. Têkoşîna li dijî gefên gerdûnî yên DAIŞ’ê hê dewam dike. Hê jî DAIŞ weke gefekê li Rojhilata Navîn maye. Em di wê baweriyê de ne ku rêxistina terorîst bi taybetî li Sûriyê li ser parçeyek xaka piçûk hebûna xwe wê biparêze.

Ji sala 2014’an ve bi çalakiyên koalîsyonê yên navneteweyî li aliyekî bi hevkariya Iraqê û li aliyê din bi hevkariya Kurd û Erebên Sûriyeyê û bi hêzên herêmî re DAIŞ hate lawazkirin.

Fransa di mijara parastin û xistina garantiyê di serî de ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî di nav de hemû hevkarên DYE’yê wê li ber çavan bigire. Parastina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û di vê wateyê de aramî û ji bo pêknehatina êşên mezin û vegera terorîstan, divê ji aliyê DYE’yê ve li ber çavan bên girtin.”

 

ANF/PARÎS