Li gorî nûçeyeke rojnameya Le Point, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron plan dike ku dersên Tirkî ji nû ve di ber çavan re derbas bike ku li wan dersan ‘propaganda Îslamî-neteweperestî’ ya dewleta Tirk tê kirin.

Li Fransayê di vê dema dawî de di serî de komên Îslamî karên siyasî, civakî û çandî yên komên cuda bûbûn mijara nîqaşê. Ji bo pêşî li hewldanên xurtbûna komên ku propagandaya Îslamî ya tundraw û neteweperestiyê dikin, bi navê ‘Plana têkoşîna li dijî komên civatperest’ wê kar bê kirin.

Hate îdîakirin ku tevî meleyên ji derveyî welat hatin wer wiha mamosteyên dersên ziman û çandî yên li dibistanên dewletê didin, wê heta bi dibistana seretayî û lîseyê di çarçoveya vê planê de bê nirxandin.

Malbatan gilî kiriye

Rojnameya Le Point ku yek ji rojnameyên sereke yên Fransayê ye, di nûçeyeke xwe de cih da fikarên Serokkomar Macron ku li dibistanên dewletê yên li Fransayê bi guman e ku mamosteyên Tirkî û çanda Tirk, giraniyê didin ser karên ‘civatperestiyê’.

Di nûçeyê de hate ragihandin ku mamosteyên ku dewleta Tirk maeşên wan dide, li şûna nirx û pîvanên komarê yên Fransayê, ‘propaganda Îslamî-neteweperest’ dikin.

Li gorî nûçeyê, derdora 15 hezar xwendekarên Tirkiyeyî di çarçoveya dersên ziman û çandê de ji aliyê karmendên Tirkiyeyê ve tên perwerdekirin. Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku malbatên gelek xwendekaran ji ber ‘propaganda Îslamî-neteweperest’ gilî kiriye û ji ber vê jî tedbîr wê bên wergirtin.

Li gorî nûçeyê, Wezîrê Perwerdeyê Jean-Michel Blanquer li ser mijarê amadekariyan dike. Blanquer wê di çarçoveya ‘Plana têkoşîna li dijî komên civatperest’ de mamosteyên mîna ajanên propagandayê yên dewleta Tirk dixebitin, tevlî vê planê bike.

Di serî de Elmanya, gelek welatan beriya niha bi rengekî eşkere nîşan dan ku AKP ji salên 2010’an û pê ve bi rêya bi hezaran mizgeft û dibistanên li Ewrûpayê propagandaya Tirk-Îslamî belav dike û tevneke mezin a ajan-sîxuriyê datîne.

 

PARÎS/STRASBOURG