Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li ser banga gelên herêmê di 1’ê Hezîrana 2016’an de li hemberî çeteyên DAIŞ’ê ku Minbic û gundewarên wê dagir kiribûn, operasyonek mezin da destpêkirin. Di operasyonê de bi sedan gund, gundik û herî dawiyê jî navenda bajar hat rizgarkirin. Operasyon hîn li gundên bakur û rojavayê Minbicê didome.

Li gorî daxuyaniyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hema bêje li her gund, tax, kolan û malên Minbicê teqemenî hatibûn bicîhkirin. Ji ber van teqemeniyan û ewlekariya gelê sivîl jî operasyon dirêj bû.


2 hezar teqemenî hatin bê bandorkirin

Dîsa li gorî daxuyaniya meclîsê di operasyonê de heta niha zêdetirî 12 hezar madeyên teqemeniyê ku çeteyan çandibûn, ji aliyê ekîbên pispor ve hatine bêbandorkirin. Lê hîn gelek deverên ku nehatine papijkirin jî hene.


Evqas madde ji ku derê hat?

Her wiha di lêgerînan de derket holê ku piraniya madeyên çêkirina van teqemeniyan ji Tirkiyeyê hatine şandin. Di depoyên ku ji aliyê şervanan ve hatine dîtin de, hejmar zêde ya torbeyên madeya Amonyum Nîtrat (madeya çêkirina teqemeniyan û zibaleya kîmyewî) hatin dîtin.

Ji nivîsên ku li ser torbeyan bi zimanê Tirkî hatine nivîsandin, tê fêmkirin ku ev madde ji bajarê Hatayêyê Tirkiyeyê hatine şandin. Li ser torbeyan a şîrketa bi navê  “Mert Global Dış Ticaret Limited Şirketi (Şîrketa Limîted a Bazirganiya Derve ya Mert Global)”, navnîşana “Taxa Haraparasi kolana 103’yan, Kargeha Zîroglu No: 8,9- Antakya/Hatay) hatiye nivîsandin.

Li gorî çavkaniyan ev made bi riya deriyên sînor ên Hatay û Cerablusê hatine şandin. Heman madde beriya niha li  herêma Şehba û Helebê jî, li cihên çeteyên ku êrîş pêk dianîn hatibûn dîtin.


Heman çavkanî

Di nava 3 salên dawî de, ji bo komên çete yên êrîşî herêmên Rojava dikin gelek alîkarî ji Tirkiyeyê hatin şandin û ev bi belgeyan derketibûn holê. Li Serêkaniyê, Hesekê, Kobanê, Girê Sipî, Efrîn, Heleb û Şehbayê, gelek belge, madeyên teqemeniyê, tenduristî, xwarin, vexwarin û hwd. hatibûn desteserkirin û di çapemeniyê de hatibûn weşandi. 


MINBIC