Guven: Mafê Birêz Ocalan e ku ji nava tecrîdê bê derxistin û garantiya wê yekê bidinê ku ew ê karibe parêzer û malbata xwe bi rêk û pêk bibîne. Dixwazim hûn zanibin, heta ku ev yek pêk were ez ê greva xwe ya birçîbûnê bidomînim.

Hevseroka KCD´ê Leyla Guven a ku ev 85 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye, û pêşengiya çalakiyan dike, nameyek ji Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewrûpayê (CPT) re şand.

Berxwedana greva birçîbûnê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, didome. Berxwedana Leyla Guven 8’ê Mijdara bihurî dest pê kiribû, îro di roja 85´an de dewam dike. Çalakiya Endamê Meclîsa HDP’ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman armanc û daxwazê jî di roja 72’yan de ye. Çalakiya grevê ya li Strasbourgê û ya Îmam Şîş a li Welatê Galiyan jî di roja 46’an de, çalakiya koma ewil a ku di 16’ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir jî di roja 47’an de dewam dike. Niha li Girtîgehan zêdetirî 281 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û nedorveger de ne.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, name ji serokê CPT´yê Dr. Mykola Gnatovsky re şand. Guven bal kişand ser tecrîda bi salan a li Îmraliyê û ji CPT´yê xwest bi berpirsyariya xwe rabe. Guven diyar kir ku li Tirkiyeyê astengiyên mezin li pêşiya demokratîkbûn û asayîbûnê hene û wiha nivîsî: “Astengiya herî krîtîk jî tecrîda bi salan a li Îmraliyê ye, ya li dijî Birêz Abdullah Ocalan e. Û Ocalan di çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd de bi rola diyarker rabû û ji niha û pê ve jî dikare bi heman rolê rabe.”

Ne kêmî dîktatoriyê ye

Guven nêzîkatiya hikûmeta Tirkiye ya li Ocalan weke “Êşkenceya tecrîdê ya li dijî qanûnan û hiqûqa gerdûnî” bi nav kir û got, hikûmet vê êşkenceyê li nava gelemperiya sîstema siyasî ya Tirkiyeyê belav kiriye, lewma zemîna siyaseta demokratîk gelekî kêm e.

Guven di dewamê de wiha nivîsî: “Hikûmeta Tirk rêveberiyeke welê keyfî diafirîne ku ne kêmî dîktatoriyê ye û destûra xwe ya bingehîn, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê nas nake. Vê hikumetê, ez; jineke Kurd, siyasetmedareke ku îradeya sêyemîn mezintirîn partiya li Tirkiyeyê ya 6 milyon deng stendiye, salekê di girtîgehê de hişt.”

Guven çalakiyê dewam dike

Guven bi bîr dixe ku wê ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan û rakirina sîstema êşkenceyê, 8’ê Mijdarê li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kiriye û wiha dewam kir: “Di roja 79’an a greva birçîbûnê de 25’ê Çileyê 2019’an hatim berdan. Mafê Birêz Ocalan e ku ji nava tecrîdê bê derxistin û garantiya wê yekê bidinê ku ew ê karibe parêzer û malbata xwe bi rêk û pêk bibîne. Dixwazim hûn zanibin, heta ku ev yek pêk were ez ê greva xwe ya birçîbûnê bidomînim.”

Guven bal kişand ser biryarên pîvanî yên CPT´yê yên li ser tecrîdê û rapora Tirkiyeyê ya di rûniştina dawî ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewrûpayê û di çarçoveya van biryar û raporan de got, “Bidawîkirina tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan qenciyek nîne, ev yek pêwendiya xwe yekser bi parastina pîvanên bingehîn ên mafên mirovan û serweriya hiqûqê re heye.”

 Bi erka xwe rabin

Guven di nameya xwe de ev bang li CPT’yê kir: “Ez pê dizanim ku bi navê CPT´yê hûn jî li ser pîvanên ku min li jorê qala wan kir, bi rayedarên hikûmeta Tirk re didin û distînin. Haya min ji van hewldanên we yên hêja heye. Dixwazim bi taybetî destnîşan bikim; di serî de Girtîgeha Îmraliyê, modela rêvebirina girtîgehan a li gelemperiya Tirkiyeyê, ji aliyê hikûmeta Tirk ve weke amûreke tepisandina mixalefetê û pirsgirêka Kurd bi rêya şidetê tê bikaranîn. Greva birçîbûnê ya bêdawî-nedorveger ya min a  roja 82’yan (îro 85 e) de, bi daxwazeke şexsî dest pê nekiriye. Çalakiyeke rewa ye ku daxwaza mafekî meşrû dike û li girtîgehan 281 kes ku 49 ji wan jin in, li derveyî Tirkiyeyê jî 18 kes vê çalakiyê dimeşînin. Pê bawer im ku CPT wê maf û erka xwe bi xurtî bi kar bîne û li dijî Tecrîda Îmraliyê ya ne rewa, hewl bide. Li bendê me ku hûn bi erk û berpirsyariya xwe rabin ji bo baldarî û elaqeya li Tirkiyeyê û li nava raya giştî ya navneteweyî xurtir bikin.”

 

MA / AMED

 

Kampanya îmzeyan xurt e

Ji bo piştevaniya berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, kampanya îmzeyan a navneteweyî rastî elaqeyeke mezin tê. Kampanya ji 10 hezar îmzeyan bihurî.

Hevseroka KCD´ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a berxwedana xwe beriya bi 85 rojan li Hepsa Tîpa E ya Amedê dest pê kir û ev 7 roj in li mala xwe a li Amedê dewam dike. Ji bo desteka çalakiya wê li ser malpera kampanyayên îmzeyan change.org’ê kampanyaya îmzeyan a navneteweyî hat destpêkirin. Kampanya îmzeyan ji niha ve ji 10 hezar îmzeyan bihurî.

Lînka kampanyaya îmzeyê wiha ye: 

https://www.change.org/p/leyla-guven-petition-for-leyla-guven