Mafê jiyanê û dewleta mendebûr
LUQMAN GULDIVÊ
FRANKFURT
Duşema bihurî li bajarê Ellwangenê li wargeheke penaberan, polîsê Elman hewl da ku penaberekî ji Togoyê dersînor bike. Polîsê Elman ê ku di karê dersînorkirinê de mijûl û pispor, li hemberî berxwedana xelkê li wargeha penaberan, nekarî wî penaberî 23 salî dersînor bike.
Bi her halî, polîs piştî bi sê rojan doh, bi bêhtirî sed polîsî berê sibehê bi ser wargehê de girt, hem penaberî Togoyî girt, hem jî 17 kesên din jî bi îdîaya ku nearamiyê çêdikin, kirin binçavan.
Piştî vê operasyona polîs jî daxuyaniya polîs hat ku karê xwe weke karekî serketî bi nav dikir. Karê serketî jî ew bûye ku “mekanên ji hiqûqê” şûştî neyên hiştin. Ji xwe beriya wê jî, parlamneterê ji karê hundir berpirsiyar ê eyaleta Baden-Wurttembergê ê ji partiya CDU, Armin Schuster bûyer weke şeqamekê li dijî dewleta hiqûqê bi nav kiribû û doza tevdîrên hişktir kiribû.
Tevdîrên hişk li dijî miletê xwe
Lê tevdîrên hişk çi ne; ev şeqama li dewleta hiqûqê ketî çi ye? Duşema bihurî di êrişa polîsan de, penaberên li wargehê xwe parastin. Di êrişa doh a polîsan de jî bi pirranî yên ku birîndar bûn penaber bûn. Polîs îdîa dike ku sê memûrên wan bi sivikî birîndar bûne. Baş e, zimanê dewletê çima zimanekî ev qasî ne insanî ye? Te bi polîsê xwe bi dehan insan birîndar kirine, armanca te ew e ku tu penaberekî dersînor bikî (ev jî çiqasî li gorî hiqûqa dewleta Elman jî be, li dijî wijdanê insan û mafê mirovan) û ji bo vê tu dikarî bi dehan mirovî birîndar bikî. Ev mendebûriya dewletê hinekî jî ji wir tê ku pê dizane wê mirov ji wijdanên wan kirine. Weke ku hîna beriya bi 70 salî li ser van erdan bi milyonan mirov nebûne penaber, bi milyonan mirov nehatine kuştin. Dewleta Elman bê guman bi dcestekkirina siyaseta populîst jî di vî warî de ber xwe fireh dike; ji bo ku van “tevdîrên hişktir” bi qanûnên xwe di nava “hiqûqa xwe” de bi cih bike. Li vî welatê ku xwînrijtirînê mirovan li gorî hiqûqê û bi qanûnan bûbû desthilatdar, çawa dibe ku siyasetvan bifikirin mafê wan e ku dewletê û li her derî hebûna “hiqûqa wê” di ser mafê mirovan ê jiyanê, penaberiyê, bicihbûna li mekanekî, ewlehiskirinê pêştir bibîne? Bersiva vê besît e. Dewlet dixwaze li dijî welatiyên xwe û îhtîmala demokratîktirbûnê xwe biparêze. Nebêjin ev jî çi ye! Di demokrasiyên lîberal ên rojavayî de di encama bi zanîn hunandina meydanên civakî û aborî ya ku bi rastî teşe girt bû meydana beşdariya siyasî: mirov tenê di hilbijartinan de beşdarî siyasetê dibin û ew jî bi rêjeyeke ji bo rewakirina sîstema siyasî hatiye danîn.
Şideta wê heta kengî
Em li bûyera li Ellwangenê vegerin. Polîs berxwedana penaberan weke bikaranîna şidetê li dijî polîs nîşan dide; minaqeşe dijwariya dersînorkirinê ya rastî bêyî aliyê insanî digire dest; karekî zehmet ji bo polîs! Penaberek bi darê zorê wê ber bi welatekî ve bê şandin ku jê ji ber çi sedemê be êdî reviyaye, li ewlehiyê geriyaye ku ji mafên mirovan e. Şideta penaberan çi ye, bi bedena xwe nehiştine mirovek ji vî mafê xwe yên bingehîn bê bêparkirin. Ango di minaqeşeyan de li şûna ku mafê bingehîn derkevin pêş, peyvên xemilandî ên mîna “hiqûqê“ derdikevin pêş. “Nabe ku mekanên ji hiqûqê şûştî peyde bibin” ango nabe ku mekanên azad peyde bibin. Şerê dewletên mendebûr, heta bi deverekê ye, ileh dem tê ku ew jî derbê bixwin. Beriya bi 50 salan tişta li Parîsê weke tevgera xwendekaran da der, tesîr li tevahiya dinyayê kir, û herî zêde jî dewlet neçar kirin ku biguherin.