
Hîndekarê Zanîngeha Dîcleyê Vahap Coşkun, der barê pêşnûmeya parastina zimanê zikmakî de diyar kir ku mafê parastina zimanê zikmakî mafekî rewa ye û ev yek li welatê din ê cîhanê bi awayekî demokratîk tê dayîn. Coşkun xwest ku ev mafê rewa di asta herî jor de bê dayîn û wiha got: "Mirov bixwaze bi kijan zimanî parastinê bike divê bi wî zimanê parastinê bikin. Divê dewlet vê daxwazê pêk bîne."
Komîsyona Edaletê ya Meclîsê, Pêşnûmeya Parastina Zimanê zikmakî sewqî komîsyona jêrîn kir. Der barê pêşnûmyea parastina zimanê zikmakî de gelek niqaş hatin meşandin. Hiqûqnasan diyar kirin ku di cewherê pêşnûmayê de ziman nayê parastin û tenê şekil hatiye guhertin. Hîndekarê Zanîngeha Dîcleyê Vahap Coşkun, jî diyar kir ku di pêşnûmayê de gelek kêmasî hene û xwest ew kêmasî bê temamkirin. Coşkun nerînên xwe ji ajansa me DÎHA'yê re anî ziman û wiha got: "Guhertina der barê parastina zimanê zikmakî de girîng e. Mafê her kesî heye ku bi zimanê zikmakî parastinê bike. Divê ev pêşnûma ji 4 xalên bingehîn bên rexnekirin. Di xala 1'emîn de gotina "Zimanê ku herî paş pê bifikire û xwe biparêze" heye. Li hemberî vê yekê dibêj "Dikare ji bo zimanê derdê xwe baş bîne ziman tercûman bixwaze. Ev ne pir zelal e. Li şûna vê yekê dikarin 'zimanê xwe hilbijêre' bikar bîne. Mirov dixwaze bi kijan zimanî parastinê bike dikare wî zimanî hilbijêre. Divê dewlet wan daxwazan bicih bîne."
'Divê bi tevahî bigirin dest'
Coşkun, destnîşan kir ku mafê parastinê ji destpêka binçavkirinê heta dadgehê berdewam bike û wiha got: "Divê darizandin ji serî heta dawiyê yekparê bê nirxandin. Divê denê beşa dadgehê ango piştî îdîanameyê neyê nirxandin. Divê bersûc di hemû qadên darizandinê de karibe xwe bi zimanê zikmakî biparêze. Divê kesên bixwazin parastina zimanê zikmaki bikin pere jiwan neyê girtin. Di pêşnûnayê de dixwazin heqê parastina zimanê zikmakî li bersûcan bikin ar ev şeş e. Ger ku kes pereyê heqê parastinê bidin ev yek dê bibe sedema ku welatî nakiribin parastinê bikin û ne rast e.
Coşkun, da zanîn ku di xala 4'emîn a pêşnûmayê de dibêje "Ger darizandin dirêj bibe û dadgeh bixwaze li şûna zimanê zikmakî zimanê fermî parastinê bike wê demê dê li gorî biryara dadger parastin bê kirin" û wiha axivî: "Ev jî şaş e jî nayê qebûl kirin. Wê demê dîsa mafê parastinê tê astengkirin. Ger ku dixwazin neheqiya li hemberî parastinê rakir, divê ji serî heta binî yekparê bigirin dest û mafê bersûc ê parastina zimanê zikmakî bê parastin. Divê dewlet hemû daxwazên welatiyan li ber çavan bigire û biparêze. Divê daxwazê welatiyan bicih bîne.
Astengî bila bên rakirin
Coşkun, da zanîn ku di xala 6'emîn a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê mafê parastina zimanê zikmakî heye û ev pêşnûma li dujî xala 6'emîn a PMME'ê ye. Coşkun, anî ziman ku hin xal ne li gorî PMME'ê ne û xwest protokolê PMME'ê li ber çavan bê girtin.
Coşkun, destnişan kir ku li gorî peymana derdorê ya Navneteweyî ya xalên 9 û 10'an jî mirov dikare bi zimanê zikmaki parastinê bike û ev mafê wî yê rewa ye û wiha got: "Lê Tirkiye hêj ev protokol û xal îmze nekirine. Divê Tirkiye van peymanan îmze bike."
Coşkun, detnîşan kir ku li welatên din ên cîhanê jî darizandin bi zimanê zikmakî tê kirin û xwest Tirkiye vê yekê rast bike û wiha mînak da. Li Avusturya zimanê zikmakî Almanî ye, lê welatî dikarin bi zimanê Slovenî û Macarî parastinê dikin. Dîsa li Swêdê welatî dikarin bi zimanê Samî û Finî parastinê bikin. Coşkun, xwest hemû astengiyên li pêş parastina zimanê zikmakî a darizandinê bên rakirin û siyasetmedarên ku ji doza KCK'ê tên darizandin jî ji vî mafê parastina zimanê zikmakî sûdê wergirin.
MUSTAFA EMRAH SUER / DÎHA/AMED