Sekteretê Giştî yê Sendîkaya kedkarên tenduristî û civakî (SES) Mehmet Siddik Akin, Sekretera jinan a SES'ê Bedriye Yorgun, Serokê Konseya Yekîtiya Bijîşkên Tirk Erîş Bilaloglu, Sekretera giştî ya hiqûqê ya SES'ê Aslıhan Han Ozden, tecrîda şidandî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin. Sekteretê Giştî yê SES'ê Mehmet Siddik Akin diyar kir ku divê mafê her welatiyekê yê tenduristiyê bê parastin
pirsgirêkên tenduristiyê yên derûnî û fîzîkî. Li cîhanê tecrîd wekî sûçê mirovahiyê tê qebûlkirin. Tecrîd û îzalasyon wekî modelekê tê bikar anîn. Tecrîd gelek caran jî dihêle ku di nav civakê de alozî pêş bikeve.

'Tecrî aştiyê dixe nava xetereyê de'
Akin anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan tesîreke mezin li gelê Kurd dike û wiha axivî: "Tecrîd aştiya welat jî die nava xetereyeke mezin. Ya ku bi riya tecrîdê tê armanckirin di warê derûnî de tesîrkirin û têkiliyên wî yên gel qutkirin Qasî ku em ji parêzerên wî fêm dikin, pirsgirêkên Ocalan ên tenduristiyê hene.”

‘Tecrîda li ser Ocalan tecrîda herî giran e’
Serokê Konseya Yekîtiya Bijîşkên Tirk Erîş Bilaloglu jî got; "Tecrîda li ser Ocalan tecrîda herî giran e. Lewma ev yek dê rê li ber pirsgirêkên tenduristiyê yên nû jî veke."

'Gelê Kurd Ocalan wekî Rêberê xwe hilbijartiye'
Sekretera jinan a SES'ê Bedriye Yorgun jî bal kişand li ser şerê 30 salan û wiha axivî: "Ji ber ku pirsgirêk çareser nebû, ev şer dewam dike. Girîng e ku tecrîda li ser Ocalan bê şkênandin. Gelê Kurd Ocalan wekî Rêberê xwe hilbijartiye. Lewma ev tecrîd dê bi xwe re pirsgirêkên civakî yên giran derxîne holê."

'Tecrîd êrîşa li hemberî gelê Kurd e'

Sekretera giştî ya hiqûqê ya SES'ê Aslıhan Han Ozden jî destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan êrîşa li hemberî gelê Kurd e û wiha axivî: "Jixwe Ocalan bi salan e di bin tecrîdeke giran de ye. Tirkiyê hiqûqa xwe ya heyî jî binpê kiriye. Divê ev êrîş wekî parçeyek ji êrîşa li hemberî gelê Kurd bê nirxandin."

MURAT ÇÎFTÇÎ - DÎHA/ENQERE