Kesayetê naskirî yê Kakeyiyan Receb Asî Kerîm ku bi Receb Kakeyî jî tê naskirin, di heman demê de berpirsê Komeleya Ronakbîrî û Civakî ya Yarisanan e. Receb Kakeyî derbarê rewşa Kakeye (Yarisanan) li Başûrê Kurdistanê ji RojNewsê re axivî.

Receb Asî Kerîm diyar kir ku Kakeyî yan jî  Yarisan berdewama ola Mîtrayîzme û çend hezaran salî beriya olên Xiristiyan û Îslamê heye.

Receb Kakeyî destnîşan dike ku Kakeyiyên Başûr li Helebce, Silêmanî, Kelar, Mendelî, Şareban, Kifrî, Xurmatû, Bedre û Cesan, Daqoq, navçeya Leylan, Kerkûk, Hewlêr, Bexda û çend cihên din jiyan dikin. Beriya êrîşên DAIŞ’ê li Mûsilê jî jiyan dikirin. Bi giştî nêzî 200 hezar Kakeyî li Başûrê Kurdistanê jiyan dikin.

Kerîm behsa pirtûkên pîroz a Kakeyiyan ya bi navê Serencam, Zebûriya Heqîqetê û Dîwana Mezin dike û wiha dibêje: “Heta niha çend pirtûk derbarê baweriya Kakeyiyan de hatine weşandin. Lê mixabin li Îranê ji bo ku xizmeta berjewendiya Şîatiyê bike, gelek guhertin tê de hatiye çêkirin. Ji bo wê jî pirtûkên ku niha li bazaran têne firotin ne cihê baweriyê ne.”

 

Baweriya Kakeyiyan

Receb Kerîm herwiha behsa baweriya Kakeyiyan jî kir. Kakeyî destnîşan kir ku baweriya Kakeyiyan li ser sê bingehên wek Pakî, Rastî, Tinebûn û Reda hatiye damezrandin û wiha berdewam dike: “Pakî tê wateya paqijî û pakiya hundir û cewher. Rastî ewe ku pêwîste tu rast baxivî û qet derewan nekî. Nîstî yan Tinebûn jî tê wateya hezkirinê û Reda jî lêborîne. Peywendiya Kakeyiyan bi olên din re gelekî başe. Ji ber ku di ola Yarisan de pêşbîniya ku wê rojên wisa nexweş were, kiribû.”

 

Wek misilman tên nivîsandin

Derbarê bicihanîna merasimên Yarisaniyan de jî Receb Kakeyî diyar dike ku di nasnanmeyan de ew wek Misilman tên naskirin û got: “Ji destpêka avakirina dewleta Iraqê di sala 1921’an de dema destûr tê nivîsandin, ji me kes beşdarî amadekirina destûrê nebûye. Ji wê demê ve asteniyên li pêşiya merasimên me yên olî hene.”

 

Perestgehên wan hatine rûpandin

Kakeyî ragihand ku piştî hilweşandina rejîma Baasê li sala 2003’an komên radîkal ên îslamî dest bi komkujiya Yarisanan bi taybet li bajarên wek Kerkûk û Mûsilê kirin. Receb Kakeyî wiha pêdeçû: “Heta niha 5 gundên Yarisanan li Mûsilê û du gundên din li başûrê Kerkûkê ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine dagirkirin. DAIŞ ji bo hemû mirovahiyê metirsiye. Heta niha perestgehên pîroz ên Yarisaniyan li Mûsilê yên bi navê Bave Yadigar, Şahyas, Pîrdestewer, Sê Melekeyî Şayas û Bave Heyde teqandine.

 

Parastina cewherî

Derbarê hêzên parastinê de jî Kerîm got ku niha tabûrek pêşmergeyên bi navê Kakeyiyan heye û gerîlayên PKK’ê hertim xelkê gundên Kakeyiyan li ser bikaranîna çekan perwerde dikin.

Berpirsê Civaka Ronakbîrî û Civakî ya Yarisanan Receb Kakeyî di dawiya axaftina xwe de behsa daxwazên Kakeyiyan kir û got: “Daxwaza me ya sereke ewe ku axa me were azadkirin. Nûkirina perestgehan û mekanên pîroz û pêçandina birînên ku bi destê çeteyên DAIŞ’ê çêbûne. Hewiha Yarisanî wek pêkhateyek olî bikarin di destûra Herêma Kurdistanê de cih bigrin û di nava siyasetê de cihê xwe bigrin.”


CIYA BABANÎ/ ROJNEWS/KERKÛK