Di daneheviyên dîrok û civaknasiyê de çendîn mafên mirov û mirovahiyê hatine hilbijartin. Ne îro ne jî doh. Ne ji bo gel an jî netewekî, ne ji bo baweriyek an jî herêmekî. Ev mafana ne li ser hiqûqê hatine rûnişkandin, ne jî wek amûrekî fermiyetê ne. Hemû meşrûiyeta dewlet, pergal, sazî û dezgeh jî, li ser ew mafên hanê xwe damezrandine.
Lê di serdema nûjen de, bi marîfeta kapîtalîzmê ve bidoziyeke wisa li ser civakê hatiye barandin, û ji alî civakê ve jî bi awayekî “xwezayî“ hatiye pejirandin ku, wekî ‘ew mafên ku ji dîrok dilop kirine ewana tevda tenê bi xwedîderketina dewletê ve digihîje rastiya xwe, heke dewlet nebe maf jî tu nîn e, her mafeke însan bi hebûna dewletê ve bicih dibe, bi destê dewletê ve rewa dibe’.Lê ev yek ne rast e. Ji bo ku em nerastbûna vê yekê biçespînin, divê berî her tiştî ji wê mafan çend mafên girîng bihijmêrin, duvre jî li ser xwezaya wan pîçek rawestin, ka lê binerin ku gelo tekiliya ew maf û dewletê çiye, civak û gel çawa dikarin mafên xwe yên xwezayî bidestbixin, xwedî jê derkevin û ji wan yek jî mafa xweparastinê çawa bişuxulînin, xwe bi xwe biparêzin, bi vî hawî di nava civakeke aşitiyane de çawa bijîn?.. Em dikarin bejin ew mafên xwezayî ev yek in: Mafa jiyanê, ango wek jiyaneke birûmet jiyankirin, mafa parastina beden û fikrên însanan, çi ku însan bi fikrên xwe ve însan e, divê ew fikr jî ji her tiştî azad û rizgar be; her wekî mafa starbûnê, mafa baweriyê, mafa bicihbûnê, mafa hezkirin û berdewamiya neslên xwe û hwd… Birastî ev mafana her yek giradayî yeka din e. Heke yek nîn be, yên din jî ji kokê radibin, çi nebû derbe dixwin, pêk nayên, bi vî hawî tevahî maf ji holê radibin. Ango em bejin heke tenê fikrên însan neyê parastin, hebûna însan jî dikeve talukeyê, çi ku „însan însan e“ ji bo fikrên xwe têdikoşe, ev yek jî li hin dewletan ji bo kuştina ew însanan dibe „sedemeke rewa“. Wekî li Tirkiyê.
Ji bo ku mafa jiyanê bicihbibe jî, divê parastin hebe. Jiyan were parastin. Pergalek were damezrandin ku jiyana însanan bi tu awayî di bin talukeyên curbecur de nemînin. Lê gelo ev parastin bi çi şiklî çêbibe? Ji her tiştî wêdetir „mafa parastinê, mafa xweparastin bixwe ye“, bi hemû beş û temamî naveroka xwe ve... Ceribandinên dîrokê rayî me kiriye û nîşanî me daye ku, bi hemû mafên xwe ve parastina jiyana însanê, bi xwerêxistinkirina civakan ve pêk tê. Dewlet jî wan rêxistinan yek e. Ku ger „dewlet“ be. Çi nebû, tu kes ne ecîzê dewletê ye… Zelûlî, stuxwarî, belengazî, nezantî û ji xapandinê re teşnetî êdî li paş maye… Êdî him hişmendî, him derfet, him jî ji xwe re bawerî heye… Ger dewlet ne dewlet be, ger ji armanca rêxistinbûyîna xwe derbiçe, destên gel jî ne tenê ji bo jêkirina pîvazan e, dê gel jî çareseriya xwe yên xweparastinê bibine, birêxistinkirineke nû ve jî bi rê bixe.