Ez wê demê li Praga Çekoslovakya xwendevan bûm. Ji bo kongreya Komela Xwendevanên Kurd li Ewropa çûbûm Berlinê. Mehmûd Baksî, Necmetin Buyukkaya, Reşo Zîlan û çend kesên din jî ji Swêdê hatibûn Kongre. Mehmûd wê demê zêde hê nehatibû naskirin. Belê bi taybetî ji ber berhema wî ya li ser Şadî Alkiliç kêm be jî hayê hejmarek ne mezin di nav siyasetmedarên ku wê demê jê  hebû.  

Têkiliyên me piştî ez ji Çekoslovakya wê demê û Çekiya îro, di destpêka sala 1975 an de bi temamî derbasî Swêdê jî  bûm,  qut nebûn.
Di dawiya sala 1975'an an destpêka 1976'an de Mehmûd ji bo Kurdên Anedolê, mafê penaberiyê bigrin, meşeke dirêj ku di dîroka Kurdên Swêdê de xwedî cîh e organîze kiribû. Em jî pênc kes bi erebeyekê ji bo piştgiriyê, bi hewara Mehmûd û Kurdên Enedolê de çûbûn. Di bîra min de sohbeteke me jî ji sala 1991'ê di Kongreya Federasyonê de li Stokholmê maye.  Ji ber axaftina min di kongre de, di navbênê de hate ba min û “Ji bo axaftin û Kurdiya min î baş” kêfxweşiya xwe ragihand.
Lê esas li hevnêzîkbûna me, berî here rehmetê, berî ji nav me bar bike bi çend salan zêde bû. Ev sal jî salên nav 1998- 2000 an, salên vegera li Tevgera Rizgarîxwazî û careke din xwebinûvekirina wî bûn. Di van du salên berî serê xwe deyne de bêj hema hefteya me hev nedîta ya li mala wî yan jî li studyoya televizyonê li Stokholmê bêj hema tunebû. Li odeya wî ya biçûk li Götegatan, me sohbetên dirêj dikirin. Ji van sohbetan gelek not û hevpeyvîneke li tu deran nehatiye weşandin di arşîvê de mane li ba min. Mehmûd gelek tiştên li tu deran behs nekirine li vir dibêje.
Carekê di sohbetekê ji van sohbetan de min pêşniyaz kir ku heger bikaribe heftê du heftan carekê, ji Azadiya Welat re jî gotarekê binîvisîne wê baş be, lewra zimanekî wî yê zelal, sade û barkirî, xweş û bi tehm heye.   Heta bi dû vê pêşniyazê de min çend gotinên wiha jî jê re gotibûn; Ji ziman û stîlê te bêhna ziman û stîlê Apê Mûsa tê, tu ji Ozgur Polîtika re dinîvisîne, Ozgur Poltika bi Tirkî ye, tu çima bi Kurdî jî, bi zimanê dê û bavan bi xwendevanê xwe re nakeve nav diyalog û sohbetekê.
Qebûlkir, kêfa wî jî ji vê pêşniyazê re hat. Mesele hat ser nivîsandin û fakskirina wê. Wê wextê ev e-mailên îro di destên me de tunebûn. Min nivîsandin girte ser xwe. Carna li mala wî û carna jî li Enstîtuya Stokholmê ku min li wur xebat dikir, me meqaleya wî dinîvisand û bi faksa Enstîtuyê dişande ji Azadiya Welat re.
Pêşniyaza min ji min re bi xwe re karekî wiha jî anîbû   Bi vî awayî hejmarek gotar nîvisandin. Kêfa redaksiyon û xwendevanên
rojnamê jî gelekî ji nivîsên wî re dihat.


Tevî nexweşiya giran çalakî
Di mehên dawî de li meydana navdar “Sergelstorg ê” de Mehmûd ket gireva birçîbûnê. Li dora hefteykê li Sergelstorê di wê sermaya mehên payîzê de, di kursiyê xwe de dewleta Tirk protesto kir.
Di wan rojan de, ew xwediyê îradeyeke çawa ye em giş bûn şahidên wê, berxwdaneke mezin kir, bi sedan siyasetmedar, serokên partiyan, rojnamevan, Kurd, Swêdî û ji miletên din hatin serdana wî. Ji wê rojê gelek wêne hene li ba min. Bi rewşa salên dawî jî gelekî kêfxweş bû, ku Kurd bûne xwedî televizyon, rojnameyên rojane û kovarên corecor. Bi xemgînî û keser ev jî zêde dikir li gotinên xwe: “Heyfe ku di dema ez li ser çax û banga xwe bûm, ev televizyon hê çênebûbû, Babi Aliya Tirk tim deriyên xwe ji me re girtin, qet ne dihat bîra me ku rojekê wê ev îmkan çêbibin.
Baksî naskiriye, roja cenazê wî birêkirin Kurdistanê, li ber deriyê nexweşxaneya Karolinska li Stockholmê rê û rêwanî nema, li ser goristana Amedê jî wiha.
Memdûh Selim, Nûredin Dêrsimî, Şerîf Paşa, Nûredîn Zaza û bi dehan  rewşenbîr û têkoşerên me heta salên dawî jî li derveyî hejmareke biçûk, zêde hayê kesî tunebû ji wan. Romana Mehmet Uzun, Siya Evînê şahid e, Bîra Qederê jî wiha. Heger îro rewş bi rengekî din e, têkiliya vê bi xwurtbûna tevggerarizgarîxwazî re heye. Kurd hişyar in, ji hev bixeber in û tu ji kîjan alî bigire bigir, neteweyîtir in, bêhtir xema hev dixwin, bi hev dêşin, bi hev şa dibin.

Ji bo naskirineke rast

Baksî naskiriye, belê naskirina îro tê xwestin kûrtir e, divê kûrtir be.
Çend roj in di ber gelek tiştên din re li ser Baksî difikirim, hewil didim xwe hinekî bi nav rojnamevaniya wî de berdim, min dît û dibînim ku tiştê em zanin, ji me we ye em zanin, kêm e, vêl e, sererû ye, nîvrê û dûre ji temambûnê.
Lêkolîneriya me lewaz e, wiha bi minasebet e, ji salvegeran heta bi salvegeran e.
Di vê salvegerê de ez dê hinekî li ser aliyekî Baksî, aliyê rojnamgeriya wî bisekinim, aliyên din bila niha bimînin.
Rojnamevaniya Baksî, têkiliya Baksî bi pênûsê re temenek e, hê di bîst û sê saliya xwe de ji diya xwe dibe. Li welat, li Batmanê dikeve rê û di qonaxa li Swêd de bi dirêjaya 22 salan neteweyî, Kurdistanî, Swêdî, navneteweyî û gerdûnî dibe.
Rê û rêwîtiyeke ji yekzimaniyê ber bi çend zimaniyê de diherike, ji rojnamevaniyeke lokal, ber bi yeke cîhanî de dikeve rê, berdewam xwe tekûztir û bersivdartir dike. Ast û sewiya rojnamevaniya wî radibe, distewe, xwe derbas dike û derdikeve jorayîyeke Gunterwalrafî, Oriana Felaciyane û Hwd.

Di nava civaka Swêd de tê naskirin

Ew êdî ne rojnamevan e, nerojnamevanekî ji rêzê, ew rojnamevanekî popûler e di nav Kurdan de, heta ji bo demekê mirov bêje helî popûler wê ne bêcîh be.
Êdî li Swêd û bi taybetî di cîhana medya Swêdî de kesê wî nas neke, di rojnameya Aftonbiladet de, di Ny Dag yan jî di Cilarte de, ew nexwendibe, ji bernameyên radyo, televizyonan çavên wan lê neketibe dengê wî nebihîstibe kêm dibe.
Roj hat ku bû rêwiyê Awusturalya, di nav salên 1984-1986 an de ji wur dageriya Emerîka, di ser Qeneda û Londr.a re giş Ewropa bost bi bost li hev xist.
Daket Qibris, xwe berda Rojhilata Navîn, ket Başûrê Rojava, li perçên Başûr û Rojhilat bi Mam Celal re, bi Şêx Izedin Hiseynî re, bi Dr.. Abdurehman Qasimlo re rûnişt, ket sohbetên wan û bi wan re hevpeyvîn çêkirin. Encamên van ger û seferan kirin berhem, rêzenivîs, rêzemeqale, di medya Kurdî, Swêdî û welatên din de weşand. Qetlîama Qamişlo, hovîtî û mesakra general Evren teşhîr kir, bala cîhanê kişande ser. Ev bûyera rojnamevanî bû dersek ji barbariya mlîtarîst re, bê encam nema:
- Dewleta Tirk careke din wiha bi hesanî cesaret nekir qetlîamên xwe li Başûrê rojava bidomîne.
- Dewleta Sûriyeyê jî êdî dît ku keç û kurên Kurdan wiha wek qurman li ber avê nehatine, xwîna wan ne wek difikire erzan e.
- Ev ji bo siyasiyên Bakur li Başûrê Rojava jî bû hişyariyek ku ha ji xwe bikin, xweneşemirînin û bahweriyê bi dewletên dagîrker û dewelta Sûriyeyê neyînin.
Di heman sefera xwe ya li Sûriyê de bi Serok Ocalan re jî hevpeyvînek kir û ev hevpeyvîn di radyoyên Swêdê de da weşandin ku îro kêm kes zanin û agehdarên wê ne.

Hovîtiya dewleta Tirk teşîr kir

Rojnamevan Baksî di cihê xwe de nedisekinî, wek Marco Polo, Ewliya Çelebî di coxrafyake fireh de şopa xwe hişt, mohra xwe li bûyerên mezin xist.
Berê topên xwe da generalên 12'ê Ilonê, sefaretxane, komele, federasyonên li Swêd, Elmanya û welatên din yên Ewropayê ku dirêjayî û dewama cûnta leşkerî bûn. Li Parîsê bi qirika Wezîrê Derve yê Cûnta Evren Turan Guneş girt, bela xwe di Nazli Ilicak de da. Dagîrkeriya 1974'an li Qibrisê, zilm û zora hikûmeta Ecewît û artêşa Tirk riswa kir, bi siyasetmedarên Rûm re li ser asta berz hevpeyvîn çêkirin û di rojnameyên mezin yên mîna Aftobladet de weşandin, bala raya giştî li Swêdê kişande ser kirinên dewleta Tirk li Qibrisê.
Bû zengil û naqosa hişyarkirinê, wek Mêhdiyê roja qiyametê ban gel dike, ban çepê Tirk kir û wiha qêriya: neçin, neçin ser sifra Decal, ew we dixapîne, tiştê hûn dibînin ne rast e, xeyal e, sexte ye,  sehwêr e.
Di salên 1986-87 de dema Sekreterê TKP Haydar Kutlu, hunermendên mîna Cem Karaca û Zulfu Liwanelî vedigerin Tirkiyeyê dibêje û dibîlîne. Ji bo hişê xwe bînin serê xwe û bi gotinên dewletê nexapin, bi îdealên xwe re xayin nekevin, bi rojan nivîsand û gihande her alî. Wiha digot: "Cûnta Evren mixalefet û opozisyona li hundur perçiqand, ji hev xist, anî xwarê, niha jî bi alîkariya konsolosxane, komele, federasyon, nîvrewşenbîr û qulpokên rojekê çep û pêşverû bûn, derve jî tesfiye dike“.
Mirov dikare di çend qonaxan de rojnamegeriya Baksî xulase bike:

Salên 1967-1970

Di vê qonaxê de Baksî hê nû ye, rojnamgerî û rojnamevaniya Kurd jî hê bi çarlepikan diçe. Rojnameyên hene, mîna çekên yekberî ne. Ji navê wan jî dixwiye, ji weşanên neteweyî zêdetir yekbajarî û lokal in. Rojnameyên Apê Mûsa ne li jiyanê ne, rojnameyên mîna Deng tên û diçin, yên wek Bariş Dunyasi ne yên Kurdan in, hinek bulten hene wek ya DDKO. Kesên bi pênûsê dadikevin zêde ne li ser hev in. Mehmûd jî di vê qonaxê de li riya xwe digere, di nav partiya TIP û sendîkan de çavên xwe vedike. Mehmûd di van salan de entelektuelên di nav TIP'ê de, DISK'ê de nas dike. Bi hêza fikir û kedê re aşîna dibe û wek mixalif û dijberekî dewlet û deshelatdariyê li Şadi Alkiliç xwedî derdikeve. Ew roj û ev roj şerê Mehmûd li himberê serdestên Tirk e û heta serê xwe danî jî etlahî û yefş nedayê.

Salên li Swêdê

Di van salan de Mehmûd heta Kurdistan Press derdikeve bi giranî di rojnameya Swêdî, rojnameya êvaran Aftonbiladet, kovar û rojnameyên din de rola xwe dilîze.
Di van salan de bi rojnamevan, siyasetmedar û burokratên helî jor re têkiliyên wî çêdibin. Mehmûd rehet dikeve nav wan û derdikeve, dibe xwedî cîh û xwedî gotin.
Hevpeyvînên wî bi Serokwezîrê Swêd Olof Palmê re (12 Tebax 1980), bi Wezîrê Derve Sten Anderson re ( Sibat 1987), salên piştretir yek ji nêzîktirîn hevalê Palmê û îdeologekî sosyal demokrasiya Swêd Pier Shuri re, Nîsana 1987'an bi Xanima Daniella Miterand re, sala 1982 an bi Yilmaz Guney re navdar in.

Qonaxa Kurdistan Press

Salên 87-89'an gelek ji van hevpeyvînên wî dibin bi Kurdî. Di Kurdistan Press de seriyek gotarên wî li ser kuştina Palmê, kempên Kurdên Başûr derdikevin. Di van hevpeyvînan û gelekên din de profesyoeltiya Baksî, şarezayî û hostetiyawî xwuya dibe. Ew ne bi tenê bi pirsgirêkên Kurdên perçakî û bi tenê bi Kurdan dadikeve, wek sefîrekî Kurdan li xwe dinere. Ew bi Kurdên Enedolê û yên giş perçan, Asûriyan, koçber û penaberan wek xwedî û niwênerekî biyaniyên li Swêd dadikeve. Hevpeyvîna wî bi Seroka Daîreya Biyaniyan ya Dewletê Kristina Rogestam re li ser nîjadperestiyê li Belediy Sjobu zû bi zû jibîra nabe.

Nêçîra masiyan li çiyayên Kurdistanê!

Her gotar û hevpeyvîna Baksî dengek derdixist û bi hezaran kes bi xwe dihesandin, dixistin nav nîqaşan. Di gotareke xwe de li ser neheqiya ku polisê Swêd li Kurdan dike û di nav Kurdan de li qatilê Palmê digere û ev kar çendî karekî bêencam û sergirtina şopên rastiyê ye wiha dibêje: "Polisê Swêd bila dev ji nêçîra masiyan li çiyayên Kurdistanê berde“. Ev e sernivîsa nivîsa Baksî di rojnameya êvare Aftonbiladet de.

Qonaxa çarem

Ev qonax heta koçberiya dawî dewam dike. Teqrîben salên di nav 1998 û 2001'ê digre. Bi serê xwe meretonek e. Baksî şev û rojên xwe dike yek. Di Ozgur Politika de, di Azadiya Welat de dinîvisîne û di MED TV şîroveyan dike.
Ev qonax di jiyana Baksî de qonaxa herî berhemdar e. Çend berhemên wî, bi dehan meqaleyên wî bi Kurdî û bi Tirkî tarîxa vê qonaxê hildigrin.
Di encama xebatên Baksî de riya rojnamevan û siyasetmedarên Kurd jî li Swêdê vebû. Şerefxan Cizîrî seriyek hevpeyvîn kirin bi siyasetmedar û kesayetiyên Swêd re. Eşref Okumuş û Şoreş Zîrek jî wiha û giş di Kurdistan Pres de hatin weşandin.
Siyasetmedarên mîna Nalîn Baksî, Dilşa Demirbag û gelek kesên din derketin.
Mehmûd nebûya wê M. Uzun jî wiha rehetir derneketa. Firat Cewerî û gelek kesên din jî wê wiha bi hesanî neketibana nav Kurdan.
Helbet dawî divê rastiyeke din jî bê gotin, bi vê minasebetê bi dengê bilind bê gotin. Çapkirina kitêba Şivan bi navê xwe pirsgirêkek bû. Ku Elin Cilasun jî nebûya wê rewşa Mehmûd çawa bûya bila bimîne ji bo nivîs û nîqaşê din re. Wezîrên Swêdê ketin kongreyê federasyonên Kurdan, parlamenter çûn Kurdistanê, dersdariya zimanê Kurdî ket dibistanan û di van gişan de rola Baksî hebû.
Jiyana Mehmûd, rojnamevaniya wî lêkolînên xwurtir dixwaze. Mûsa li welat û Baksî li derveyî welat. Stîlê wî bi xwe jî ne dûrî yê Mûsa bû.


MÎRHEM YÎGÎT