Pêşniyarên MAZLUM DER'ê
- Divê makeqanûna 1982'an ji kok ve bê guhertin.
- Divê makeqanûna nû cih nede gotinên nijadî û bîrdoziya fermî.
- Divê xalên 'nayên guhertin' bên guhertin û li gorî geşedanên pêşerojê bên amadekirin.
- Diveê xala wekheviyê ya 10'an bê parastin. Lê divê tu kes ji ber bîr û bawerî, ziman, çand, ol û nijada xwe rastî cudakariyê neyê. Divê mafê perwerdehî, tenduristî, civakî bê dayîn.
- Divê di şertên şer, seferberî, rewşa awarte, OHAL û mercên din de her tim mafê kes ê mirovan li pêş be û bê parastin.
- Divê kes ji ber bîr û baweriya xwe û fikrên xwe neyê darizandin û rastî lêpirsînê neyên. Heta ku biryara dadgehê neyê zelalkirin divê kes neyê sûcdarkirin.
- Divê mafê jiyanê û aramiya kesan bê parastin û li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê sazkirin bê kirin.
- Divê li têgehên “Turk Devletî”, “Turk” bên derxistin û li şûna wê "Hewletî" bê nivîsandin.
- Divê her kes karibe bibe endamên komele, partî û rêxistinan û karibe derkeve jî.
- Divê partiyên siyasî zû bi zû neyên girtin.
- Divê rêveberiyên herêmî bên xurtkirin û mafê wan bên zêdekirin. Divê erk û rayeya rêveberiya herêmî bê xurtkirin û biryar bi însîyatifa wê bên hiştin.
- Divê kes ji bo fikr û ramana xwe û felsefeya xwe rastî pêkanînên taybet neyê û rastî cudakariyê neyê.
- Divê ji bilî zimanê tirkî welatî karibin bi zimanê dayikê perwerdehiyê bibînin.
DÎHA/ENQERE