Endamê Meclisa Tevgera Civaka Demokratik Aldar Xelîl da zanîn ku di makezagona nû ya Sûriyeyê ji bo gelê Sûriyeyê guhertinek neaniye û wiha got “Guhertinê makezagonan ji bo welatan pirr girîng e. Ev salek li Rojava û Sûriyeyê serhildana gel dewam dike. Dereng mayîna rejima Baasê ya ji bo reforma ev rastiya radixe berçava ku, rejîma Baasê ji bo guhertina ne cîdiye. Dîsa xuya bû ku, ji bo çareseriyê gavên berçav neavêtin. Herî dawî ji bo referandûma makezagonê diyar kir ku, gelê Sûriyeyê guhertinên bingehîn dixwaze. Bi nebeşdarbûna referandûmê wê aşkere kir. Ji xwe di destura nû de guhertinên cidî nînin. Guhertinê hatine kirin jî, tiştên êdî nedihatin pejirandin. Mînak berê di destûrê de dihat gotin partiya Baasê pêşengê civakê ye. Yanî rêveberiya Sûriyeyê herdem di deste Baasê de be. Êdî ev rewşa nedihat pejirandin. Ev made guhertinê, lê cihê ev madeyan dagre û şovenîzma Ereb derxe pêş bicîh kirine.”
Xelîl, destnîşan kir ku rejîma Baasê xwe dispêre nijadperestiyê û wiha bekdewam kir: “Makezagona hatiye guhertin de tiştek ji bo netewa Kurd û netewê din li Sûriyeyê dijîn tine. Pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê pirsgirêkek Herêmiye, navnetewiye. Doza Kurd bi salane di rojeva cîhanê deye. Ji bo wê jî çareserkirina pirsa Kurd sekenekî cidî divê. Tê xuya kirin ku Rejîma Sûriyeyê ji bo çareserkina pirsa Kurd hewldanê wê tineye. Heke bi rastî rejima Baasê bixwesta reforma bike, wê despêkê dê makezagonê de diyar bikra ku li Sûriyeyê gelê Ereb, Kurd, Tirkmen, ermenî, dûrzî û aşûr jî hene. Lê makezagona hatiye amadekirin ku qala wana nekiriye. ”

'Guhertineke berbiçav nîne'
Endamê Meclisa Tevgera Civaka Demokratik Aldar Xelîl desnîşankir ku Suriye ji pir netew, mezheb û olan pêk tê û wiha pêde çû: “Niha di makezagona nû ya Sûriyeyê ku ji berê guhertinek cidî têde tine. Dîsan Sûriyeyê wek dewletek Ereb binav dike. Ereb bûyîn hêj li pêşe. Dibe em rastiya Sûriyeyê bibînin. Di nava Sûriyeyê de ji aliyê mezhebi elewî û sûnî hene. Dîsa Kurd, çerkez, Tirkmen, durzî, ermenî, aşûr hene, ji dînê din hiristiyan hene. Him cûdabûna olî heye him jî pir netewiye. Lê makezagona ya nû giranî dayiye ser Ereb bûyînê. Ji ber Rejîma Sûriyeyê elewî ye. Piraniya Ereban jî sûnî ne. Bi hestên netewî bi Erebbûyînê xwe li ser piyan bigre. Lê asta gelê Sûriyeyê gîhiştiyê êdî bi hestên olî û netewî derbaskiriye yek dixwaze wan heye ev jî azadiye.”

'Rewşa Sûriyeyê cuda ye'

Endamê Meclisa Tevgera Civaka Demokratik Aldar Xelîl, li ser rewşa Sûriyeyê jî rawestiya û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rewşa Sûriyeyê li herêmê ne wek rewşa Tûnis, Misir, Lîbya û Yemenê ye. Cûdayek Sûriyeyê heye. Him rola wê ya navnetewî, him herêmî û navxweyî de cuda ye. Sûriye li ser sînorê Îsarîle, li kêleka Sûriye Libnan heye û Hîzbûllah Şia ye û bihêze. Tekiliyê Sûriyeyê yên stratejîk bi Îranê re diyarin. Pirsgirêka Filîstîn hêj çareser nebiye û hinek hêzên Filîstînî hene alîgirên Sûriyeyê ne. Li Bakûrê Sûriyeyê Tirkiyê heye. Rojhilatê wê Iraq û Kurdistana Başûre. Ev tev cihekî cûda dide Sûriyeyê. Dîsan bi Rûsya û Çîn re dinav hevpeymanek dene. Ji bilî wan faktoran li nav vî welatî Kurd hene. Çareser kirina pirsa Kurd Rejîma Sûriyeyê jî nikare bi tena ser xwe bike. Îro Rejîma Sûriyeyê jî bixwaze hinek guhertinan bike jî, nikare bê hêzên navnetewî bike. Niha pir dewlet dema rewşa Sûriye dinirxînîn ev pirsan dikin gelo wê Kurd çibikin? Gelo wê Kurd ji bo xwe hebûnek li vî welatî hebe? Gelo wê gel nasnama û herema Kurd wê bê pejirandin yan na?”
Xelîl, bilêv kir ku dewletên rojava di siyaste Sûriyeyê dudile wiha axivî: “Emerîqa û welatên rojava xwedî siyasetek taybetên li dijî Kurd. Tirkiye xwedî siyastek diyarkere li dijî Kurd. Tirkiye ji roja yekem li ser serhildana Sûriyeyê wê dibêje ‘ez ji bo guhertina rejîmê amademe, lê dibe Kurd deskeftek nebe’. Pir welat hene ji ber naxwazin Kurd li Sûriyeyê deskeftek nebe hene. Ji ber vê guhertina Sûriyeyê wek welatên din nabe. Heke çareseriyek çêbe jî, dibe li gora berjewendiyê wan bê çareserkirin. ew jî çareserî nîne.”
Endamê Meclisa Tevgera Civaka Demokratik Aldar Xelîl dazanîn ku Kurd alîgirê çareseriyê ne û wiha derbirî “Niha em ji muhalefeta Sûriyeyê û herkesê re dibêjin başe, guhertin bila bibe, lê wê di vê guhertinê de gelê Kurd cihê li ku bigre. Me jî wek Tevgera Civaka Demokratîk ji roja despêkê ji herkesê hewlda bi hemû kesan vê rastiyê bidin naskirin û dinava gelê xwe de jî bidin pejirandin ku heta rêxistin nebe mafê Kurd nayê mîsogerkirin. Û niha Tevgera Civaka Demokratîk garantiya gelê Kur dli Sûriyeyê ye.”

“Em hêzek emezinin”
Aldar Xelîl, di dirêjahiya axaftina xwe de wiha got: “Muhelefeta giştî bi navê Heyeta Tensîk heye û Serokê Partiya Yekîtiya Demokratîk cîgirê Serokê birêz Salih Muslim e. Niha em ji bo herkese wê dibêjin ku gelê Kurd li Sûriyeyê cûdaxwaz nîne. Heke mafê Kurdan bêdayîn nekşaya Sûriyeyê nakeve nametirsiyê. Her wiha em beşek ji şoreşa Sûriyeyê ne. Lê heremê em lêne û siyaseta em dimeşînin rê nade êrişên çekdarî bibin. Û dinava muhelefa Sûriyeyê de hêzek me mezin heye. Niha dibin Heyeta Tensîk de bi bi dewletên Ereban, bi dewletên Rojava hevdîtinê me dewam dikin. Armanca me ew e ku, bê ku Sûriyeyê têkeve nava şerekî mezin, gelê Sûriyeyê bi azadî bi hev re karibin bijîn. Niha dewletên li ser Sûriyeyê dixwazin wek Lîbya bi şerek rejim bê hilveşandin û bi dehan salan ji bin bandoriya wê dernekeve. Lê heke rê lêneyê girtin, dibe ku şerek navxweyî derkeve, ev jî wê ji çareseriyê zêdetir pirsgirêkan kûrtir bike. Û wê dixwazin hene. Armanca me damezrandina Sûriyekî demokratik e.”
Xelîl dazanîn ku ew naxazin operasyonek ji derve li Sûriyeyê bibe wiha gotinên xwe domand “Him em wek tevger, him muhalefeta Sûriyeyê, him jî partiyê Kurdan naxwazin mudaheleyek leşkerî li dijî Sûriyeyê bibe. Niha jî çareseriya bi çek ji a çek zêdetire. Hêzên navnetewî jî heta di vê mijarê gelêk civîna kirin, lê biryara operasyonek nedan. Ew jî pêştî operasyonek wê rewş çewa be nêzanin. Dewletên Rojava heta niha alternatîfek jibo rejîmê nediye û muhalefeta heye jî, ji bo xwe wek metîrsiyek dibîne. Çinku alternatif dibe li gora berjevendiyê wan be û dîsa dibe ev li gora wan hebûna Îsraîl nexe nava metirsiyê.”
Endamê Meclisa Tevgera Civaka Demokratik Aldar Xelîl, diyar kir ku civîna li Tûnisê Kurdan nasnekir û wiha mebesta xwe anî ziman: “Civîna li Tûnis hat lidarxistin wek navek xweş ‘Civîna Dostên Sûriyeyê’. Ev civîn ne amedekariya wê de ne jî, amadekarina belavoka wê de rola me nîn bû. Lê me bi tenê biryara netevlîbûnê neda wek Heyet Tensîk biryar hate girtin. Ew civîn ne jibo çareseriyê jibo Meclîsa Niştimanî ya li Stenbol kom bû wek nûnerê gelê Sûriyeyê nîşanbidin. Dibe herkes bizanibe muhalefeta Sûriyeyê pir aliye.”

“Çareserî Xweseriya Demokratîk e”

Xelîl, destnîşan kir ku li gorî wî çareseriya herî makul Xweseriya Demokratîke û wiha pêde çû: "Ne tenê ji bo Kurdan tenê ji bo hemû netewê bindest û netewê demokrasî û azadiyê dixwazen çareseriye. Ev sîstem rêzgarbûna ji dewletên navendî û netewperestiyê rêya herî baş e. Niha hinek hêz dixwazin guhertinên biçûk di rejîmê bikin û wê wek çareseriyê nîşanbidin. Lê em xweseriya demokratik wek çareseriyekî bingehîn dibînin. Niha hemû partiyên Kurdan nêzîkî wê çareseriyêne.”
Endamê Meclisa Tevgera Civaka Demokratik Aldar Xelîl, li ser helwesta rejîma Sûriyeyê jî rawestiya û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ger rejîma Sûriye derfet bibîne dê êrîşî Kurdan jî bike. Me wek Tevgera Civaka Demokratik bi partiye Kurd yên Rojavayê Kurdistan protokolek îmza kir. Em niha bihevre kar dikin. Dinavê vê protokolê de hinek xal hene me pratik desbê xebat kiriye. Em dixwazin komîteyan bihevre avabikin. Dîsan ji bo komîteyekî ji şopandinê ji jor bê çêkirin. Li gora me dibe ev jî têrê nake. Heke derfet çêbibe em dixwazin bi kongrekî lidarbixin. Heke rejîma BAAS derfet bibîne ku li şîdeta bike wê ji re bimîne û wê bikari be bê vê şîdetê xwe li ser piyan bigre wê kûrtir bike. Heke heta niha li dijî Kurdan şîdet bikar nayîne jiber ku niha naxwaze Kurdan li dijî xwe derxe. Lê rastiya wê ji aliyekî din hêza Kurdan xwe parastinê heye.”


AZÎZ KOYLUOGLU - DÎHA/HEWLÊR