Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 65`an de dewam dike. Dîmenên ji bajêr asta şer jî diyar dikin. Li gorî agahiyan, li Reqayê, nexasim li taxa Hîşam Bîn Ebdulmelîkê, doh şerekî giran diqewimî.

Li taxa Nezlet Şehadê ya li başûrê Reqayê jî, di şerê pêr bi şev de 5 çete hatin kuştin. Li taxa Reqa Berê ya li rojhilatê bajêr, 3 çete pêr bi şev hatin kuştin ku yek ji wan jî sekvan bû. Her wiha li heman taxê, çeteyan hewl da bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî çeperên şervanên QSD’ê bikin. Wesayît berî bigihêje armanca xwe ji aliyê şervanan ve hat rûxandin.

Li taxa Hîşam Ebdulmelîk a li başûr rojhilatê bajêr jî, ku şer dema nûçe dihat amadekirin, hê jî lê dewam dikir, 8 çete hatin kuştin. Ji pêr ve bi giştî 17 çeteyên DAIŞ‘ê li Reqayê hatibûn kuştin û şer jî li gelek bereyan bi dijwarî dewam dikir. 


REQA