Li taxa Miftî ya Hesekê Hemza Mihemed eşyayên antîk û kevnar ên ji çanda Kurd berhevkirine û bi tena serê xwe weke ferd, Mala Antîkîteyên ên Kurd vekiriye.

Hemza Mihemed ji wan Kurdan e ku pêşî pena xwe ji Rojava gihandibû Başûrê Kurdistanê. Lê piştî pênc salên penaberiyê wî biryar da vegere bajarê xwe yê rizgarkirî û li wir li malekê her tişta kevin a elaqedarî çanda Kurd a ku dikare berhev bike, pêşan bide. Hemza Mihemed vê yekê weke xewna xwe ya ji berê ve bi nav dike.

Axir, xewna wî bi dikaneke piçûk a li taxa Miftî dest pê dike, lê gava ku dibîne, xelk tê temaşekirina eşyayên antîk, ên weke sifr, merş, berr û tiştên din ên ji çanda Kurdewarî ya gundan, wî biryar da ku malekê ji wan re veqetîne. Li ser 500 metreyên bi çarçik niha ew 800 parçeyên cihê nîşan dide. 

 

 HESEKE