
Meclîsa Sûriya Demokratîk û bi hevkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji birîndarên QSD`ê re mala birîndaran, vekir.
MSD û bi hevkariya QSD`ê îro li navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî ya herêma Firatê ji şervanên ku di hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê de birîndar bûyî re, mala birîndaran bi şahiyekê, vekir.
Fermandarên QSD, bi dehan şervan, meclîsê û komîteyên navçeyên Eyn Îsa û bi dehan şênî beşdarî şahiyê bûn.
Ji fermandarê giştî yên rêveberiya birîndarên Bakurê Sûriyê, Rêvan Mihemed li vir axivî û got, “Em îro li vê derê kom bûne da ku em mala birîndarên di rêya ji bo avakirina welatekî azad de şer kirî, vekin. Bi navê QSD`ê em bixêrhatina hemû beşdaran dikin û em teqez dikin ku em ê li ser rêya şehîdên xwe heta ku herêm ji çeteyan rizgar bibe, bimeşin.”
Paşê, Endamê Buroya têkiliyên QSD`ê Siûd Fêsel axivî û kêfxweşiya xwe bi kombûna hemû beşdaran ji bo vekirina mala birîndaran anî ziman.
Di heman demê de, ji Rêvebera Komîteya Çand û Hûner a Meclîsa Sivîl a Reqayê Necla Hemzawî destnîşan kir ku bi saya şehîdan û hemû şervanan, jinê kesayeta xwe îsbat kir.
Piştî axaftinan, deriyê mala birîndaran ji aliyê dayikên şehîdan ve hat vekirin. Di dawiya şahiyê de, stran hatin gotin û govend hat gerandin.
ANHA / EYN ÎSA