BÊXAL QADIR

ROJNEWS/SILÊMANÎ

Bajarê Silêmaniyê weke bajarekî çandê tê naskirin, di mala Sofî Kerim de zêdetıri 2 hezar kel û pelê çandî û bi sedan wêneyê kesayetên navdar yên Kurd tê parastin.

Mala çanda Kurd a Sofî Kerîm dikeve Taxa Sabunkera ya Silêmaniyê. Sofî Kerîm kesayeteke navdar e li Silêmaniyê. Xwediyê cihekî wisan bû niha bûye cihê nasandina çanda Kurdî.

Xaniyê ku temenê wê 150 sal in, piştî ku Sofî Kerîm sala 1962’an koça dawî kir, sala 1997’an li gel tiştên di hundirê wê de radestî Midûriyeta Parastina Berhemên Dîrokî ya Silêmaniyê hatiye kirin. Di sala 2016’an de jî ji bo şixulandinê hatiye vekirin.

13 ode û 2 hezar kel û pel

Mala çandî ya Sofî Kerîm ji aliyê Ekrem Osman ve tê birêvebirin. Kel û pelên di hundirê malê de beriya niha 50 salan hatiya komkirin. Heya niha ji nêzî 2 hezar kel û pelê dîrokî hatine komkirin.

Mala çandî ya Sofî Kerîm li ser du bingehan hatiye avakirin û ji 13 odeyan pêk tê. Odeya yekem bûye cihê wêneyê kesayetên bi navdar yê Kurd. Ya dûyem jî cihê kel û pelê çanda Kurdî ye. Di mala çanda Sofî Kerîm de xwaringeh jî heye ku xwarinê Kurdî çêdike. 7 karmendên mala çandî Sofî Kerîm heye û ji vana jî 3’ê jin in. Di nava baxçeyê malê de ji peykerê hûnermendê Kurd Hesen Zîrek ku ji aliyê hûnermend Azad Cemal Taha ve di 2017’an de hatiye çêkirin reng dide mala Sofî Kerîm.

Ji bo seranserê Kurdistanê ye

Rojane, gelek kes diçin serdana mala çandî ya Sofî Kerîm. Ew kesên ku serdana mala çandî ya Sofî kerîm dikin ne tenê xelkê bajarê Silêmaniyê ne. Ji navçe, gund û bajarên din ê Kurdistanê û kesên biyanî jî serdana mala çandî dikin.