Krîzên darayî û aborî, rûyê şer ê jander û xedar, dibe ku asîmanê li ser bajarekî têr rojdîtî, bi ewrên reş û tarî bigirin. Lê belê dema ku dildar xwe ji civakê re dibexşînin û ciwaniyê û bedewiyê beav dikin, ev vediguhere rohniyê. Ev rohnî li Navenda Hunerê Şehîd Azad Hewramî li bajarê Başûrê Kurdistanê Kerkûkê belav dibe.

Navenda Hunerê Şehîd Azad Hewramî, gelek ciwanên Kerkûkê ber bi xwe ve dikişîne û bê berdêl van ciwanan fêrî lêxistina amûrên mûzikê dike. Yek ji hunermendê navendê jî dibêje, tenê armanca wan xizmetkirina hunerê resen ê Kerkûkê û gelê Kurd e.  

Navenda Hunerê Şehîd Azad Hewramî, ev gelek sal in ku xizmeta hunerê muzîka Kurdî dike. Heta niha gelek hunermend ji bo bajarê Kerkûkê bexşandine.

Bê berdel fêrkirin

Têkildarî navendê ciwanê bi navê Elî Xalid ku ji bo fêrbûna amûra gîtarê serdana navendê kiriye, dibêje, “Min ji bo fêrbûna amûra gitarê serdana navendê kir. Navendê kariye xizmeteke baş ji bo hunerê  Kurdî û ciwanan bike. Hemû mamosteyên ku li navendê dersê didin, baş û jîr in. Em li vir bê berdêl fêrî lêxistina amûran dibin û sudeke wê ya baş jî heye.”

 Xizmeteke baş ji bo civakê

Li ser heman mijarê ciwanê bi navê Peywend Azad  jî dibêje, “Ev navend ji bo ciwanên Kerkûkê hatiye vekirin, ez dikarim bi vê riyê xizmeteke baş ji bo civakê bikim. Bi rastî di nav vê pêşbaziya giran ya hunerî de dikarin bibin hunermendên baş.”

Her wiha Mamosteyê dersa gîtarê Çiya Şikur jî wiha dipeyive: “Ez jî dixwazim fêr bibim. Lê ev gelek sal in ku ez gîtarê bikar tînim. Li navendê gelek zarok û ciwan dixwazin fêrî lêxistina gîtarê bibin. Em jî li gorî hêza xwe gîtarê fêr dikin. Li Kerkûkê hem keç hem jî xort tên navendê fêrî lêxistina gîtarê dibin.”

 Di nava tariyê de muzîk ronahî ye

Çiya Şikur wiha domand, “Di nav jiyana tarî de, mûzîk ronahî ye. Ango ciwan û zindîbûna ruh. Ji ber wê, peyama min ji bo ciwanan ew e ku li şûna vala li kolanan bigerin, bila werin, em bi hev re hewl bidin vî bajarî ronî bikin û zimetê ji bo gel û welatê xwe bikin.”

Navenda afirandina hunermendan

Hunermend Xende Kerkûkî jî ku ev bêhtirî 5 salan e, li navendê dengbêjiyê dike, nihêrînên xwe wiha îfade kirin: “Li vê navendê dersên lêdana amûrên saz, gîtar, ûd, keman û piyanoyê tên dayîn. Gelek kes ji bo fêrbûnê tên serdana me. Ji ber krîza aborî û karê dildariyê, hemû ders ji aliyê sê mamosteyan ve tên dayîn. Di bipêşxistin û perwerdekirina ciwan û zarokan de ev navend bi roleke baş rabûye.  Ji ber wê ev navend bûye cihê afirandina hunermendan ji bo Kerkûkê.”

Dewreyên cihêreng

Navenda Hunerê Şehîd Azad Hewramî, sala 2010’an ji aliyê  Şino Şawisar, Hevsera Şehîd Azad Hewramî ve hatiye damezrandin. Halê hazir 36 kes ji bo fêrbûna lêxistina amûrên mûzikê û dengbêjiyê li navendê ne. Lê belê heta niha bi sedan kes tevlî dewreyên cûr bi cûr bûne û dibin.



SORAN MIHEMED/ROJNEWS/KERKÛK