Beşîqa, peyvek aramî ye û tê wateya “mala evîndaran”, “bet(mal)” û “aşiq (evîndar)”. Mala Evîndaran bajarekî gelekî dîrokî ye û niştecihên wê piranî Kurdên me yên Êzîdî û Şebek in. Ji navê wê yê dîrokî ve diyar e ku bajarek gelekî kevnar e. Beşîqa bi darên xwe yên zeytûnê tê naskirin û ev yek her tim bûye sembolek taybet ji bo vî bajarî. Ser bi parêzgeha Nînova ye û dikeve 20 km bakurrojhilata Mûsilê. Rejîma Baas çawa ku tevahiya Eyaleta Nînova di warê demografîk de guhert, li bajarê Beşîqa jî gelek Erebên Sunî bi cih kir. Her wiha di warê rêveberiyê de jî bi xwe ve da girêdan û hêdî hêdî konsepta tinekirin û qirkirina du Êzîdî û Şebekan da destpêkirin ku heta roja me ya îro jî didome. Li Beşîqa Suryanî jî dijîn ku ew jî yek ji gelên herî kevnar ên herêmê ne û mixabin êdî ji bajarê xwe biyanî bûne.

Balkêş e dema çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de Beşîqa dagir kir, navê bajêr guhert û kir Dua. Dua navê wê keça Êzîdî ye ku di sala 2006’an de bi hewldanên provakatîv ên PDK’ê di nava meydana bajêr de hat qetilkirin. Yanî dema ku PDK ev provakasyon pîlankiriye, wê rojekê navê Mala Evîndaran bibe Dua jî hesabê wê kirine. Her wiha wê ev bajar çawa were valakirin, bi taybet jin û zarokên Êzîdî yên di vê bajarê de çawa û li kû werin firotin, ji mêj ve hatiye hesabkirin. Ji bo wê jinek Êzîdî ku di kampa penaberan de ez lê rast hatim, bixwe ji Beşîqa bû, digot; Gelek keçên me birin û niha di bazarên welatên Erebî de difroşin, nirxê wan zêde kirine, ji ber ku ji Beşîqa ne! Wer xuya dike ku di vî şerî de hinek dixwazin tola xwe ya hezarê salan ji Kurdan bistînin, ji ber ku hêj ji xwîna Kurdan têr nebûne. 

Di gelek destanên Kurdên me yên Êzîdî de jî behsa Mala Evîndaran tê kirin. Tê gotin yek ji bajarên herî bi xêr û bereket bûye di nava Eyaleta Nînova de. Îro Mala Evîndaran bûye mala tol û kîna dîroka qirêj a desthilatdaran ji mirovahiyê. Rojekî diyara evîndar û aşiqan bû, Beşîqa! Lê îro gelek hesabên cuda li ser hene. PDK’ê ne niha ji mêj ve bi dewleta Tirk re li ser Beşîqa li hev kiriye. Dema çete ketin Beşîqa û Şengalê wê demê leşkerên Tirk ji mêjve li tankên xwe siwar bibûn û li ber deriyê Dihokê sekinîbûn. Lê belê wê demê ala Herêma Kurdistanê li ser wan tankan ba dibû û kes di wê heşe weşê de pê nezanî û nehesiya. Belê pîlanên wan ango armanca wan ya sereke ku Şengalê û Kurdên Êzîdî bûn, wek dixwestin bi ser neket. Lê belê niha hê jî li pey wan pîlanên xwe yên qirêj in. Li Beşîqa gelek qetilkirin, kuştin û talankirin, DAIŞ bicih kirin û paşê leşkerên Tirk jî ji bo ewlekariya çeteyan biparêzin danîn ber serê çeteyan. 

Li Mala Evîndaran gelek çîrok û serpêhatiyên biêş bi serê xelkê Êzîdî, Şebek û Suryaniyan hat ku qet haya me ji wan nîne. Mala Evîndaran wêran kirin û berê xelkê wê dane tarîtî, reşahî û wêraniyê. Ev yek di berdêla bicihkirina hêzên Tirk de kirin. Beşîqa ne ya Iraqê ne ya Tirkan ne jî ya Barzanî ye. Beşîqa mala Kurdên Êzîdî ye, ew jî divê wek Şengalê bibe wargeha azad û bibe stiriyek di çavê neyaran de biçe. Bi hêviya ku şêniyên Mala Evîndaran bi hevre bi hezaran darên zeytûnê dîsa biçînin û tovên jiyana azad û bihevre li hemû deşta Mûsilê bireşînin.