SEMÎRE ŞEHABÎ / ROJNEWS/SILÊMANÎ
Li Mala Hanî ya li Silêmanî bi atmosfera xwe ya hunerî û xwarinên xwe yên xweş balê dikişîne ser xwe. Mala Hanî (Xwaringeha Hanî) dikeve taxa Aqare ya li Silêmanî. Du mehin ji aliyê jina bi navê Hanî Ebas a xelkê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ve hatiye vekirin.
Xwaringeha Hanî ji xwaringehên din ên bajêr hebekî cûdatir e. Sê odeyên xwaringehê bi kelûpelên Kurdewarî hatine xemilandin. Li du odeyan jî mehfur hatine danîn û gelek kelûpelên hunerî têde hene. Li odeyek din jî li gel hewşa xwaringehê kursî û mêze lê danîne ji bo welatî li ser xwarinê bixwin. Di hewşa wê de jî hewuzek û gelek gulên ji rengên cûda cûda hene.
Ji bo zarokan jî cih heye
Beşek din ji hewşê ji bo lîstokên zarokan hatiye veqetandin ji bo zarok bikarin piştî xwarinê demek xweş derbas bikin. Her wiha nanê xwaringehê jî nanek taybete, nan û kulêre di tenurê de çêdike. Xwediya xwaringehê Hanî li ser kar û dikana xwe got; “Bi vî şêwazê xwaringehê dixwazim çanda Kurdî di aliyê şêwaz û xwarinê de biparêzim. Her wiha bibe cihek ji bo bêhnvedanê dema ku welatî serdana xwaringehê bikin dîmenek ciwan derkeve pêş çavê wan û têde hest bi rehetiyê bikin.”
Her wiha ji bo bajarê Silêmanî vekirina xwaringeheke bi vî rengî ji alî jineke ve cihê kêfxweşiyê ye. Hanî Ebas bi vê xebata xwe di warê aborî û manewî de ji bo jinan bûne çavkaniyek giring.