Piştî wefata Hunermend Kerîm Kaban, niha daxwaz tê kirin ku ji bo arşîv û wêneyên wî mala wî bibe galerî/muze û berhemên Kerîm Kaban têde werin parastin. Lê, ji bo rûxandina mala wî jî hewldan hene ji bo projeyeke bazirganiyê. Di heman demê de ji bo xaniyê wî neyê rûxandin Parlamentoya Herêma Kurdistanê lijneyek ava kiriye.
Di 18’ê Kanûna 2019’an de hinek hunermend û kesayet li ber mala Hunermend Kerîm Kaban kom bûn û li dijî rûxandina xaniyê wî derketin. Niha rûxandina xaniyê Kerîm Kaban ji aliyê şaredariya Silêmaniyê ve hatiye rawestandin, heta ku biryara dawî li ser bê dayîn.
Xanî 120 metreyên bi çarçik e û taxa Şêxan e. Şaredarî dixwaze li vir projeyên bazirganiyê bike. Lê, humermend û kesayetên Silêmaniyê li hemberî biryarê radibin. Herî dawî kampanya’Na ji bo rûxandina mala Hunermend Kerîm Kaban’ pêk anîn.
Diviya malên Nalî û Salim jî hebûna
Endamê kampanyayê Cezay Saz li ser mijarê got; “Tişta baş ew e ku ev xanî weke maleke çandî bimîne. Arşiv û wêneyên Kerîm Kaban tê de werin parastin. Pêwîst bû niha malên helbestvanên weke Nalî, Salim, Mehu û hemû helbestvanan hebûna, ne ku malên hunermendan birûxandana.“
Mem Burhan Qanih jî got; “Lijneya Rewşenbîrî wê bi hemahengiya li gel Lijneya Şaredariyê ya li Parlamenê wê piştî betlaneya serê salê, dest bi civînên li gel şaredariya Silêmaniyê, Qaymeqamtiya Silêmaniyê û Walîtiya Silêmaniyê bike. Piştre wê rapora xwe bide Serokatiya Parlamenê. Niha rûxandin hate rawestandin, heta ku encamên lêkolîna lijneyê tê dayîn. Em piştgiriya rûxandina xaniyan nakîn.”
Hunermend û Mamosta Kerîm Kaban (Ebdulkerîm Xelal Mehmûd Ezîz Kaban) di sala1927’an de li taxa Şêxan a Silêmaniyê ji dayik bûye. Zêdetirî 50 salan karê hunerî kiriye. Yek ji stranbêjên naskirî yê Kurd e. Di 1941’an de yekem stran gotiye. Di sala 1945’an de li Bexda rêveberiya beşa Kurdî ya Radyoya Bexda kiriye. Di 14’ê Çileyê 2016’an de li Nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê koça dawî kir.
ROJNEWS/SILÊMANÎ