
Li bararokê Qeladizê yê Silêmaniyê doh bi merasîmekê Mala Hunermend Mamlê weke navendeke çand û hunerê hate vekirin. Mala Mamlê, holeke çandê, hola Sînemayê, hola ji bo semîneran, perwerde û panêlan û holeke ji bo pirtûkxaneyê dihewîne.
Merasîma vekirinê bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir û piştre jî axaftina vekirinê ji aliyê Rêveberiya Mala Mamlê, Saman Mihemed ve hate kirin. Saman Mihemed got; “Weke bîrdariyekê ji bo hunermendê mezin ê Kurd ev mal me ji bo hunermend Mamlê vekir. Ev mal ji bo çandê ye. Ev mala hunerî ya Mamlê ne girêdayî ti aliyên siyasî ye. Bila her kes ji vê yekê piştrast be. Wê ti alî ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bi kar neynin. Ji ber ku ev cihê çand û hunerê ye. Ji bo xizmeta herêma me û ciwanan me vekiriye. Ne cihekî siyasî ye.”
Mihemed bang li hemû welatiyan kir ku kesa/ê dixwaze malê bi pêş bixe, dikare beşdarî xebatan bibe.
Piştî axaftinan, çend berhemên hunerî hatin pêşkêş kirin. Piraniya berhemên hatin pêşkêşkirin yên hunermend Mihemed Mamlê bûn.
Di hunera Kurdî de Mamlê
Hunermed Mihemed Mamlê (Mihemed Seîd Elî) sala 1925’an li bajarê Mahabadê li Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye.
Malbata Mamlê yek ji malbetên herî kevin ên rûniştvanên Mahabadê ye. Gelek endamên malbatê bi dengê xwe yê xweş û hunera xwe tên nasîn. Mamlê ku di wê atmosferê de mezin bû û perwerde bû, di temenekî biçûk de dest bi karê hunerî kir û di 13 saliya xwe de strana xwe ya yekemîn derdixe û navdar dibe. Hunermend Mamlê di jiyana xwe ya hunerî de nêzîkî 327 stran tomar kirine. Mihemed Mamlê li asîmanên hunera Kurdî weke stêrkek geş tê ditîn. Ne tenê beytên gelêrî kirine stran, helbestên gelek helbestvanên navdar jî kirine stran û bi dengê xwe yê xweş gotine. Mamlê strana xwe ya dawiyê sala 1994’an qeyd kiriye. Di encama nexweşiya zexta xwînê ya bilind de 23’ê Çileyê 1999’an wefat dike.
ELÎ QADIR / ROJNEWS / QELADIZÊ