Îranê mala helbestvanê Kurd Hêmin Mûkriyanî bi fermî wek mûzexane qebûl kir û wek ‘giringtirîn mûzexaneya Îranê’ hat hilbijartin.

Rêveberê Mala Hêmin Mûkriyanî Selah Payamyanî da zanîn ku Mala Hêmin Mûkriyanî ev 3 sal e bûye mûzexane û got: “Di nav 400 cihên ku bûbûn namzetê mûzexaneya bilind, ev mal hat hilbijartin. Bi vî awayî mala Hêmin Mûkriyanî ji aliyê hikumeta Îranê ve, bi awayekî fermî, wek 20’emîn mûzexaneya girîng a Îranê hat destnîşnakirin.

Payamyanî da zanîn ku li gorî biryarê, êdî mafê tu aliyan tune ye ku vê mûzexaneyê bigire. 

n MAHABAD