ROZA MIHEMED

ROJNEWS/SILÊMANÎ

Şêwekar Mihemed Fetah li bajarê Silêmanî tevahî mala xwe bi wêne û tabloyên xwe xemilandiye. Mihemed Fetah dibêje: “Pêwîst e ciwan hîn zêdetir pirtûkên şêwekarî û hunerî bixwînin.“

Şêwekar Mihemed Fetah di sal 1960’an li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Di sala 1985’an de beşê şêwekarî li peymangeha Hunerê Ciwanan li bajarê Silêmaniyê qedandiye. Di sala 2009’an de Koleja Hunerî Ciwankarî li Zanîngeha Silêmaniyê qedandiye. Xwediyê 15 pêşangehên taybet û 300 pêşangehên hevbeş e. Yekem pêşangeha xwe ya taybet di salên 80’yî de li dar xistiye.

Di zarokatiya xwe de meraqeke ya Mihemed Fetah ji bo hunerê hebûye, bi taybet jî ji wênekêşanê. Lewre li ser dîwar û kaxezan bi pênûs û tebeşîre wêne çêkirine. Ji ber mereqa wî ya zêde dayik û bavê wî piştevaniya wî kirine da ku bikaribe bi awayekî akademîk û profesyonel fêrî bibe. Lewma diçe peymangeha Hunerê Ciwanan li bajarê Silêmaniyê dixwîne.

Pêşî tehayyûl paşê çêkirin

Mihemed Fetah weke şêwekar bi tiştên li derdora xwe re elaqedar bide. Weke xweza, lawir û gelek tiştên din. Bi teybet rengên cuda bikar tîne. Fetah dibêje dema ew wêneyekî di serê xwe de tehayyûl dike û dest bi çêkirina wî dike, pêwîst e cihê firçeya wî diyar be û wê hîs bike.

Hêjayî hurmetê dibînin

Mihemed Fetah xwedî çendîn pêşangehan e û ev pêşangeh ne tenê li Herêma Kurdistanê pêşkêş kirine. Li çendîn welatên cuda pêşangeh vekirine û di gelek pêşangehan de pileya yekemîntiyê ji bi dest xistiye. Li welêt û ji derveyî welat jî gelek kes rêz û hurmetê nişanî Mihemed Fetah didin. Li gelek kovar û rojnameyan de berhemên wî hatine pêşkêşkirin.

Mijarên civakî

Çendin wêneyên bi neqş yên li ser diwarên dibistanan ji aliyê Mihemed Fetah ve hatine çêkirin. Mihemed Fetah niha rêvebirê Kovara Sîxurme ye ku wêneyên xwe tê de belav dike. Niha bi taybet li ser mijarên civakî wêneyan xêz dike.

Her wiha vî şêwekarî tevahiya diwar û odeyên mala xwe bi tebloyan nexşandiye. Pirtûkxaneyeke wî ya mezin heye ku bi sedan pirtûkên hunerî, rexneyî, ciwaniya şêwekariyê û kitabên cur bi cur  lê hene. Keda wî di amadekirina gelek ji van pirtûkan de heye. Wî bi xwe dîzayna berg, naveroka wêneyê wan kiriye. Gelek ji van pirtûkên di pirtûkxaneya wî de hene diroka wan diçe dema ku Mihemed Fetah 15 salî bûye. Mihemed Fetah dibêje ku pêwîst e ciwan hîn zêdetir pirtûkên şêwekarî û hunerî bixwînin.