
Di 12'ê Îlonê de girtiyên PKK'ê û PAJK'ê yên li hemû girtîgehên Tirkiyeyê biryar girtin ku ji bo şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were başkirin û daxwaza Ocalan a azadiya fîzîkî, tendurîstî û ewlehiyê bê qebûlkirin, li girtîgehan dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine. Greva birçîbûnê ya girtiyan ev 14 rojin dewam dike.
Li aliyê din malbat jî li derve piştgirî didin girtiyan.Malbat ji hikûmet û dewletê xwestin ku daxwazên girtiyan li ber çavan bên girtin û gavên çareseriya demokratîk bê avêtin.Malbatan anîn ziman ku hewce be ew jî dê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê bikin.
Dayika girtiya bi navê Gulen Kiliçoglu a li Girtîgeha Sêrtê Zekiye Kiliçoglu, ani ziman ku çalakiya zarokên wan çalakiyek rewa û mafdar e û li çalakiya zarokên xwe xwedî derdikevin. Kiliçoglu, xwest demek berî demekê dewlet daxwazên girtiyan li ber çavan bigre û gavên çareseriyê bavêje û wiha got: "Li girtîgehan tecîda li ser Brêz Abdullah Ocalan berdewam dike. Zext û zora li ser girtiyan a li girtîgehan her ku diçe zêde dibe. Divê dewlet bi awayekî lezgîn gavan bavêje. Her roj dilê dayikan dişewite. Em dixwazin êdî dilê dayikên gerilla û leşkeran neşewite."
Ji bo gavên çareseriyê bang
Bavê Herdem Kizilkaya yê ji doza KCK'ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî ye Şukru Kizilkaya jî anî ziman ku zarokên wan ji bo polîtîkayên înkar û îmhayê şermezar bikin dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirine û wiha got: "Ger ku hewce be em jî dest bi çalakiya gireva birçûbînê bikin."
Bavê Mizgîn Arî ya ji doza KCK'ê li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtîye. Mehmet Arî jî anî ziman ku divê êdî daxwazên girtiyan li ber çavan bê girtin û wiha got: "Divê êdî rayedarên dewletê li hemberî vê çalakiya girtiyan bêdeng nemînin û hikûmetê gavên çareseriyê bavêje. Divê daxwazên girtiyan qebûl bikin. Wekî çemê Dîcle û Firatê zêde xwîn diherike. Em naxwazin êdî ev xwîn biherike.
Dayika Mazlum Tekdag ku ji doza KCK'ê nêzî 4 salan e ji doza KCK'ê li girtîgeha Amedê ye Aysel Tekdag jî anî ziman ku zarokên wan ji bo daxwazên gelê xwe bi salan e têdikoşin û xwest daxwazên girtiyan li ber çavan bê girtin. Tekdag, anî ziman ku heta bersîv bidin daxwazên zarokên wan ewê her tim piştgiriyê bidin çalakiyê."
DÎHA/AMED