Piştî rojên borî dema ku Serokwezîr Erdogan ji Makedoyayê vegeriya, rojnamegerekî têkildarî şertên Îmraliyê pirs ji Erdogan pirsî. Erdogan jî got, "Ocalan û girtiyên din bi malbatên xwe re hevdîtinan dikin. Di vê mijarê de tu pirsgirêk tune ne." Piştî daxuyaniya Erdogan Xwîşka Şeyhuz Poyraz Felek Poyraz a li Îzmîrê dijî, daxyîka Bayram Kaymaz Medîne Kaymaz û birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan ji bo hevdîtinê çûn Îmraliyê. Hevdîtina bi Ocalan re pêkhat lê hevdîtina bi 2 girtiyên din re pêk nehat. Medîne Kaymaz û Felek Poyraz têkildarî tiştên li Girava Îmraliyê de tên jiyîn de axivîn û diyar kirin ku li giravê tecrîdekî gelek mezin di dewreyê de ye û berxwedena girtiyan berdevam dike û rû berdan e. Malbatan, anî ziman ku Serokwezîr ji bo berjevendiyên xwe zehmetiyan bi wan dide kişandin û wiha gotin: "Heke bêjin em dê bi wan bilîzîn û hinek tiştanbi dest bixin, xwe dixwapînin. Girtî rumeta me ne. Em dê her tim li cem wan bin."
Medîne Kaymaz a ku jî bo hevdîtinê çû Îmraliyê diyar kir ku bi awayekî lezgîn ji bo hevdîtinê gazî wan kirine û li Gemlîkê gelek caran bi awayekî dijwar ew rastî lêgerînê hatin û pişt re ber bi giravê ve bi rê ketin e. Kaymaz, anî ziman ku piştî Mehmet Ocalan bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir ew ji bo hevdîtinê birin odeya hevdîtinê. Kaymaz, da zanîn ku di korîdorê de wê kurê xwe Bayram Kaymaz dît û di heman demê de leşkaran bi awayekî dijwar deriyê hesîn li rûyê kurê wê dan. Kaymaz, destnîşan kir ku rayedar hatin cem wê û ji wê re gotin "Bayram naxwaz derkeve hevdîtinê" û li ser vê yekê ew ji odeya hevdîtinê derket û wiha got: "Min ji rayedarên li wir re got hûn dixwazin kirêtiya Erdogan bi veşêrin. Min ji wan re got 'Hûn dixwazin kirêtiya Erdogan veşêrin. Hûn kurê min heya ber derê tînin û derî li ser ruyê wî digrin. Zilma hûn li me dikin xwedê ji were nahêle.' Ez ev 7 mehin Bayram nabînim. Destûr nedan derkeve. Derewan dikin. Ev zilm e. Dê ev zilm ji wan re nemîne."
Kaymaz, bilêv kir ku piştî ji giravê veqetiyan leşkerên li qereqolê li dijî wan bêteşe tevgeriyan û bertek nîşanî leşkerên dixwastin çareke din lêgerînê li wan bikin dan. Kaymaz, destnîşan kir ku rayedaran pêlavên wan ji piyê wan derxistin û xistin destê wan û bi cihazekî li ser wan lêgerîn pêk anîn. Laçika wan ji serê wan derxistin û di nava porê wan de lêgerîn kirin. Kaymaz, daxuyand ku bêyî hevdîtinê bikin vegeriyan û wiha axivî: "Me hevdîtin nekir lê disa jî xwestin lêgerînê li me bikin. Min jî sola xwe derxisti û avêt û min xwe bi wan re hêrs kir.  "

Xwîşka Şeyhmuz Poyraz Felek Poyraz jî diyar kir ku ew berê jî çûbû Îmraliyê lê rewşa vê çarê gelek cuda bû. Poyraz, anî ziman ku wê giraniya tecrîda tê meşandin hîs kir. Poyraz, da zanîn ku hemû girtiyan rih berdane û tecrîdê şermezar dikin. Poyraz, tiştên li Îmraliyê tên jiyîn jî wiha vegot: "Di hûndir de tecrîd û zilma herî giran pêk tê." Poyraz, destnîşan kir ku helwesta Serokwezîr Erdogan ew e ku xwe ji bêçareyîya dijî xilas bike û ji ber vê yekê destûra hevdîtinê hate dan û wiha got: "Bila dewlet jî û serokwezîr jî baş bizane ku em gelekî bi tiştên biçûk nayên xapandin. Çi bikin bila bikin em dest ji sekna xwe bernadin. Sedema zilma ji me tê kirin tenê hincetekî wê heye û ew jî xilaskirina Erdogan e. Kengî malbat û parêzer bi awayekî azad tevlî hevdîtinan bûn wê demê em dê tevlî hevdîtinê bibin. Ji bilî wê yekê em nayên tu lîstînan."

DÎHA/ ÎZMÎR




Hevdîtin careke din asteng kirin


Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome û 80 roj in daxwaza parêzerên Ocalan a hevdîtinê bi hincetên pûç û vala tê astengkirin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi boneya bi muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin xwestin biçin Îmralî, lê daxwaza parêzeran bi hinceta "Keştî xerabe ye" dîsa hate redkirin.
Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin her diçe zêdetir dibe. Parêzerên Ocalan ji bo ku bi muwekilê xwe re hevdîtinê pêk bînin cara 21’emîn serî dozgeriyê dan û serlêdana parêzeran dîsa hat redkirin. Saziyên mafê mirovan, Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê û gelê kurd gelek caran li hember tecrîdê bertekên xwe anîn ziman û gotin divê tecrîd demildest bi dawî bibe û divê Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne lê dîsa jî rayedarên dewletê bi hincetên nakok û vala tecrîdê didin meşandin. Ocalan herî dawî bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin pêk anîbû û diyarkiribû ku bi riya tecrîdê şantajê dimeşinin lê tu caran ew dev ji rastiyên xwe bernadin û dê biparêzin. Dîsa gelek caran daxuyanî hatibû dayîn ku tecrîd ji navendekî hatiye wergirtin û biryareke siyasî ye, ji aliyê hikumeta AKP’ê ve tecrîd tê meşandin. Daxuyaniyên Erdogan yên der barê tecrîdê jî nîşan dide ku biryara tecrîdê siyasî ye.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo bi muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 79 rojin nikare bi parêzeran re hevdîtin pêk bîne li Girtigeha Tipa F a Îmraliyê ziyaret bikin serî li dareydara da. Rayedaran jî dîsa bi hinceta "Keştî xerabe ye" destûr nedan parêzeran û daxwaza warêzeran red kir. Parêzeran herî dawî di 27'ê tîrmehê de bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn.

STENBOL