Malbatên ku di fermana 73’yan de ji herêma Xanesorê koçberî aliyê Duhok û Zaxo kiribûn, amadekariyan dikin ku vegerin warên xwe.

Di fermana 73’yan a 3’yê tebaxa 2014’an ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hatibû de, bi hezaran Êzîdî hatibûn qetilkirin û revandin. Bi deh hezaran welatî jî neçar mabûn ku terka cih û warên xwe bikin û biçin deverên din ên Kurdistanê.

Piştî ku hêzên YBŞ/YJŞ’ê herêm ji çeteyan rizgar kirin, vegera gelê Êzîdî jî destpê kir. Yek ji cihên ku welatî vedigerinê jî bajaroka Xanesorê ya girêdayî Şengalê ye. Beşek ji şêniyên Xanesorê ku çibûn herêma Duhok û Xazo amadekariyan vegerê dikin.

Hate ragihandin ku derdora hezar malbatên li Duhok û Zaxo, wê  di nava vê mehê de vegerin Xanesorê.

Li aliyê din çavkaniyên herêmê ragihandin ku hêzên PDK’ê gelek caran li pêşiya vegera Êzîdiyan dibin asteng û nahêlin ku vegerin malên xwe. Lê tevî van astengiyan jî gel bi israr e ku vegere. 


 ŞENGAL