Paşê 48 endamên PKK'ê ku tê diyarkirin ku di nav wan de birayê hunermend Ciwan Haco Naîf Haco jî heye li gundê Dimê hatin definkirin. Malbata Naîf Haco (Hesen) û malbatên din ji bo gora komî bê vekirin û cenazeyên xwe wergirin serî seri li MEYA-DER'ê ÎHD'ê dan.
 Malbata Haco li gel rêveberên MEYA-DER'ê ji bo gora komî ya 48 gerîllayên PKK´ê di sala 199´an de tê de bi awayekî komî hatine veşartin were vekirin, ji Şaxa ÎHD'ê ya Wanê de alîkarî xwestin. Birayê Naîf Haco ku ji Ewropayê hat diyar kir ku ew dixwazin cenazeyê birayê xwe wergirin û ji bo vê yeke ji dixwazin gora komî bê vekirin. Nuredin Haco, da zanîn ku ji bo cenazeyê birayê xwe wergirin wê hemû karên qanûnî û fermî bikin. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Wanê Omer Işik jî anî ziman ku hem malbata Haco û hem jî gelek malbatên din ji bo gora komî bê vekirin serî li wan dane. Işik, anî ziman ku li herêmê gelek gorên komî hene û lazim e yek bi yek bê vekirin. Işik, destnîşan kir ku ji bo gor bên vekirin amade ne ku wezîfe û alîkariya dikeve ser milê wan bikin.

Çekên kimyewî bikar anîn
Li gorî şahidên bûyerê, li herêma Çiyayêreşkê ya di navbera Wan, Colemêrg û Şirnexê de di sala 1994'an de bi tevlêbûna hezaran leşkerên ku ji Wan, Colemêrg, Şirnex û Amedê operasyon hate lidarxistin û di vê operasyonê de helîkopterên şer bombebaran kirin û çekên kimyewî bikar anîn. Hate diyarkirin ku leşkeran li herêma Çemê Hacibeyê çekên kimyewî bikar anîn û di şer de 48 endamên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan. Şahidan, anîn ziman ku cenazeyê 48 gerîlayên PKK'ê 2 rojan li qada operasyonê hate hiştin. Piştre cenaze birine gundê Dimê û bi komî defin kirine. 

DÎHA/WAN