DÎLAN KARACADAĞ

Malbatên 9 ciwanên di komkujiya nijadperest a li Hanauyê de jiyana xwe ji dest dayî, çûn Parlamena Eyaletê ya Hessenê û li aqûbeta lêpirsîna dozê pirsî. Birayê Gokhan Gultekin ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, got, “Em dixwazin zanibin, kê li ku şaşî kir? Kê karê xwe nekir? Kê nekarî pêşiyê li komkujiyê bigire?”

Li Hanauyê 19’ê Sibata bihurî, 9 ciwan di encama êrişeke nijadperestekî Elman de jiyana xwe ji dest dabû. Lê hîna jî ti tişt ji lêpirsîna dozê eşkere nebûye. Malbat û çalakger bi xwe li edaletê digerin. Malbat pêr çûn Parlamena Hessenê ya li bajarê Wiesbadenê. Wan daxwazên xwe ragihandin û li ber parlamenê jî nobet girtin.

Malbatan bang li muxateban kir

Malbatan wêneyên qetilkiriyan jî hilgirt û xwest nepenîbûna lêpirsînê bê betalkirin û dadgehkirineke adil bibe. Li ser daxwaza Partiya Çep a Hessenê, nûnerên Komîsyona Karên Navxweyî ya parlamenê, Dayreya Krîmînal a Federal, Nûnerê Mexdûran ê Meclîsa Federal û Wezîrê Karê Hundir ê Hessenê Peter Beuth jî di hevdîtina bi malbatan re amade bûn.

Lê belê, li gorî daxuyaniyên wan, heta ku em bi aqûbeta lêpirsînê zanibin wê gelek mehên din derbas bibin. Wezîr Peter Beuth got, “erka me ye bi lêpirsînê em bûyerê rohnî bikin.” Lê dozgerê federal îdîa kir ku ti delîl nîne ku nîşan bidin hevkarên kujer Tobias Rathjen hebin. Wî her wiha îdîa kir ku ew ne endamê rêxistineke terorîst e.