Osman Mêmo di şer de birîndar bû û beriya du hefteyan ji bo dermankirinê anîn Rihayê û di 11’ê Çile de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Dêmo bi ser xwesteka wî ji aliyê malbata wî ve hat girtin û birîn Kantona Kobanê li Goristana Şehîdan a Kobanê sipartin axê. Malbata Dêmo li konbajarê Arîn Mîrkan yê li Pirsûsê dîmînin qala jiyana Dêmo kirin. Hevjîna Dêmo, Emîne Xelîl diyar kir ku dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kir, ew heya dawiyê ji Kobanê derneketine û ji ber xwesteka şervanên YPG/YPJ’ê hatinin Pirsûsê.
Nekaribû îdare bike
Emîne Xelîl diyar kir ku dema hatin Pirsûsê bi cih bûn hevserê wê Dêmo gotiye ku “ez nikarim bê welatê xwe bijîm, ez ê biçim welatê xwe bi parêzim”. Emîne da zanîn ku Dêmo bi temenê xwe yê mezin berê xwe da Kobanê û çû tevlî nava refên YPG’ê bû. Emîne got ku serê wê bi hevserê wê bilind e û wiha axivî: “Em hatin Pirsûsê du sê roj çû Osman ji me xatir xwest û got ez bes dikarim îdare bikim. Bêhna min di vê derê venabe. Min ji wî re got ji xwe me 2 keçê xwe daye, tu jî min nehêle û neçe. Ji min re got ‘kî diçe ji bo xwe diçe. Keçên min Avaşîn û Peyman ji bo xwe û ji bo gelê xwe çûn. Ez jî ji bo welatê xwe diçim. Mirinek min hebe bila li Kobanê be. Ez tu carî welatê xwe radestî çeteyan nakim. Ezê heya dilopek xwîna xwe ji bo xaka xwe têkoşînê bikim.”
Emîne desntîşan kir ku hevserê wê nêzî 4 mahan li Kobanê li hemberî çeteyan welatê xwe parast û bi topa tanqê birîndar bû û ev tişt got:”Dema hevserê min birîndar bû ji bo dermankirinê anîn Rihayê, piştre rakirin nexweşxaneya Amedê. Piştî Amedê tedawî dît û pêde dîsa me anî Rihayê û li vêderê şehîd ket. Serê min her de bi wî bilind e. Ez qet ne xemgînim. Osman di destpêkê de di nav tevgera azadiya gelê kurd de bû. Bi Serok Apo re jî gelek caran hevdîtin pêk anî bû. Bi dil û can bi PKK’ê re bû. 2 keçên min bi navê Ronahî (Avaşîn) û Hava (Peyman) di nav refên PKK’ê de ne. Ronahî ev 4 salin di nav HPG’ê de ye, yek jî li Şengalê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer dike. Keçên min dê tola bavên xwe ji çeteyên hovane bistîne û xwîna bavên xwe li erdê nahêlin.”
‘Em ji bo rûmeta xwe dijîn’
Keça Dêmo, Mîdya Osman jî dema bahsa bavê xwe kir deqeyên hestyar jiya û ev tişt anîn ziman:”Bavê min ji axa xwe û welatê xwe hez dikir. Dema em li Kobanê pir xizan bû. Bavê min ji bo li me binêre diçû Şamê dixebitî. Dema bavê min ne li malê bû hevalên me yên tevgerê dihat cem e. Hevalan li me temaşe dikir. Em ligel rêxistinê mezin bûn. Em her dem bi felsefe û ramanên Serok Apo re mezin bûn. Bavê min çû lê belê 7 şervan li pey xwe hiştin. Heya em hebin xwîna bavê min li erdê namîn e. Wek Serok Apo digot ‘Kobanê dilê Kurdistanê ye.’ Ji ber vê yekê Kobanê nakeve. Heya serkeftinê em têbikoşin.”
DIHA/RIHA