
Ji bo jiyaneke xweştir tevlî çeteyên DAIŞ‘ê bû, lê ne dizanî ku tevlîbûna wî dê jiyana wan veguherîne dojehê. Dema di ber parastina çeteyan de birîndar bû, çete xwedî lê derneketin. Wî jî hema ku keysa xwe lê anî, xwe gihand herêmên di bin parastina Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê de.
K.H ku endamekî DAIŞ‘ê bû tevlî hevjîna xwe, xwe radestî şervanên Meclîsa Eskerî ya Dêra Zorê yên li eniyên herêma Ebû Xeşeb ê bakurê bajarê Dêra Zorê kir.
K.H ji niştecihên Idlibê ye, sala 2012‘an bi jina M.S ya (26) salî re zewicî û li bajarê Idlibê bi cih bû. Piştî salekê ji ber timahiya pereyan biryara tevlîbûna nava DAIŞ‘ê da.
K.H sala 2016‘an diçe Dêra Zorê û li wir tevlî DAIŞ‘ê bû, emîrên DAIŞ‘ê ew ferizandin herêma Meyadîn, li wir parastina bargeheke çeteyan kir, çeteyan malek da wî. Piştî çend mehan, bargeheke çeteyan bû hedefa balafirên Koalîsyona Navdewletî, di encamê de K.H ji lingê xwe birîndar dibe, çeteyan ew derman nekir, tenê birîna wî girêdan. Bi demê re birîna K.H ew kangren bû. Emîrên DAIŞ´ê daxwaza dermankirina wî li derve red kir.
M.S destnîşan kir ku bi îlankirina hemleya Bagera Cizîrê re dema wan keys lê anî, yekser berê xwe daye herêmên bi ewle yên di bin parastina QSD´ê de. M.S û hevserê xwe, 16‘ê Îlonê de bi riya qaçaxçiyekî xwe gihandin nuqteyeke leşkerî li eniya Ebû Xeşeb.
M.S anî ziman ku hevserê wê li ser tevlîbûna wê ya nav DAIŞ‘êpoşman bûye. M.S bang li welatiyên li herêmên DAIŞ‘ê kir ku ji wan dûr bikevin û ji malbatên DAIŞ‘ê xwest ku terka DAIŞ´ê bikin. Hevjînê wê K.H jî niha li gel Hêzên QSD´ê tê dermankirin.
AZAD SEFO/ ANHA / DÊRA ZORÊ