Yekîneyên Parastina Gel (YPG) doh li bajarê Qamişloyê, hejmarek ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên Rûs, radestî fermandarên eskerî yên Rûsyayê kirin.

Di nava van malbatan de 13 jin û 29 zarokên Rûs hebûn. Ji bo radestkirina van malbatan, doh li bajarê Qamişlo bi amadebûna Generalê Rûsî, Alexander Kim û Cîgirê Serokê Komîteya Karê Derve ya Meclîsa Rûspiyan a Rûsyayê Dr. Ziyad Sebsebî û Hevserokê Desteya Karê Derve yê Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Omer, her wiha Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd civîneke çapemeniyê hat lidarxistin.

Di vê civînê de Nûrî Mehmûd axivî û got: “Wekî YPG û QSD’ê li ser bingehên parastina mafên mirovan û qanûnên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, me bi van malbatan re da û stan û tevahiya cîhanê jî şahidê vê yekê ye.”

Nûrî Mehmûd diyar kir ku 13 jin û 29 zarokên ku li gel wan in, wê bi îmzekirina YPG û Generalê Rûsî Alexander Kim, bi awayekî fermî radestî hikûmeta Rûsyayê werin kirin.

Piştre Nûrî Mehmûd û Alexander Kim li ser hevpeymana radestkirina van malbatên Rûs, îmze kir. Hevserokê Desteya Karê Derve ya Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Omer jî axivî û girîngiya têkiliyên di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hikûmeta Rûsyayê de, nirxand.



Helwêsta Rûsya ji bo beşdariya Kurdan erênî ye

Omer bal kişand ser helwêsta erênî ya Rûsyayê derbarê beşdariya Kurdan û hemû pêkhateyên siyasî û neteweyî di qonaxa çareseriya aloziya Sûriyeyê de.

Omer da zanîn ku van malbatan bi xwe xwestiye ku vegerin welatê xwe û wan ti şêwazê zextê li wan nekiriye ku xwe radestî hikûmeta Rûsyayê bikin.

Piştre Cîgirê Serokê Komîteya Karê Derve ya Meclîsa Rûsipiyan a Rûsyayê Ziyad Sebsebî, ji ber helwêsta mirovperwerî ya YPG´ê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, spasiyên xwe pêşkêş kirin. Sebsebî destnîşan kir ku ev helwêsta hanê rihê hevbexşandinê diyar dike.

Ziyad Sebsebî got, divê ew danûstandinên xwe li gel partî û hêzên Kurdî yên demokratîk dewam bikin û got, teqez wê ji bo hemû pirsgirêkan, lihevkirin û çareserî hebe.

Sebsebî di dewama axaftina xwe de got: “Em hêvî dikin ku têkiliyên me tenê di warê teslîmkirina kesên dîlgirtî de nemîne û di aliyê çandî, civakî û aborî de jî têkiliyên me xurt bibin.”

Piştî ku civîna çapemeniyê qediya, YPG´ê bi awayekî fermî malbatên Rûs radestî Rûsyayê kirin da ku vegerin welatê xwe. 


ANHA / QAMIŞLO