
Şekir û xwê nadin
Çîçek, anî ziman ku şekir û xwê nadin girtiyên 33 rojin di çalakiya greva birçîbûnê de û wiha axivî: "Em ji bo bi kurê xwe re biaxivin çûn lê em neaxivîn. Rewşa wî gelek nebaş bû. Zarokê di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Lê gardiyan her roj dujînan li wan didin. Bi zorê dixwazin nîzama leşkeriyê bi wan bidin kirin û hejmarê wisa bigirin. Gefên 'em dixwazin hemû tiştî li we bikin' li wan dixwin. Em li hemû kesên wan neheqiyan dikin gilîdar in. Pêkanînên li Tekîrdagê pêk tên li hemû aliyên Tirkiyeyê pêk tên. Em li hemberî vê yekê bêdeng namînin." Çîçek, da zanîn ku kurê wî di çalakiya greva birçîbûnê ya di 12'ê îlona 2012'an de jî 28 rojan di çalakiyê de ma û wiha pê de çû: "Kurê min 94 kîlo bû. Di çalakiya greva birçîbûnê ya yekemîn de ket 72 kîloyan. Niha jî ketiya 61 kîloyan. Em nizanin me dê çibikin."
'Nikare biaxive'
Dayîka Ferdî Çîçek Kîşmîn Çîçek jî wiha got: "Dema ez diçim cem kurê xwe kezeba min dişewite ji ber ku bi min re naaxive tenê berê xwe dide min. Ez ji hemû kesî alîkariyê dixwazim. Bila zarokên me wisa li girtîgehan ne helin."
Çîçek, diyar kir ku zarokê wê ji wê re got: "Gelek zeyîf bûn e. Di hevdîtinan de destûrê nadin em bi rêk û pêk bi zarokê xwe re biaxivin."
Çalakî berfireh dibe
Li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Tekîrdagê 21 girtî ev 33 roj e di greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger de ne. Her wiha hate hînbûn ku 10 girtiyên din jî lê zêde bûne. Parêzer Îzzet Kiliç yê OHD’ê diyar kir ku serdozgerê Komarê yê Tekîrdagê û midûrê girtîgehê bi du nûnerên girtiyan re hevdîtin kirine û girtiyan diyar kiriye ku heta binpêkirinên mafan ji holê ranebin û şert û mercên wan neyên başkirin dê dest ji çalakiya xwe bernedin.
21 girtî ji 25’ê Adarê û heta niha di gireva birçîbûnê ya bê dem û dorneveger de ne. di 24’ê nîsanê de nûnerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Komeleya Piştevani û Malbatên Girtiyan(TUAD) û Parlamentera Stenbolê Sabahat Tuncel li girtîgehê hevdîtin kirin û piştî hevdîtinê duh (25 nîsanê) parêzer Îzzet Kiliç ku endamê OHD’ê bû ji bo agahiyan bigire çû girtîgehê û diyar kir ku ji îro şûnde 10 girtiyên din jî tevlî grevê bûne.
Dîlên din jî beşdar bûn
Girtiyên li 1'emîn Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê bi nameya şandin îşkence û muameleyên dîtin vegotin û li hemberî wan çalakî dan destpêkirin ragihandin. Di nameyê de wiha hate gotin: "Girtîgeha em lê dimînin ji ya 2'yemîn kêmtir nîn in. Em jî hem ji bo piştgiriyê bidin hevalên xwe û şert bên sererastkirin dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikin. Em dê çalakiyên xwe ji bilî çalakiya greva birçîbûnê bi rêbazên din nîşan bidin. Lê heke tu sererastkirin pêk neyên em dê biryar çalakiyên herî asta jor bigirin. Ligel lêgerînên rutîn gelek caranan ji nişkave bi ser odeyên me de digirin û hemû alavên belav dikin û nivîs, lênûsk û pirtûkên me destser dikin. Odeyên me hedef tên girtin û her hefte ji nişkavan ve tên serdagirtin û ji me re gotinên heqaretvarî dibêjin. Dema li hemberî vê yekê em sloganan berz dikin û bertekan nîşan didin cezayên dîsîplînê ji me re tên birîn û cezayên hucreyan tên dayîn. Di lêgerînan de nivîsên me bi hinceta 'dokumana rêxistînî ya perwerdehiyê' tên destserkirin. Hefteyê 2 rojan rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê ligel biryara komkirinê tuneye ji nadin. Hemû serlêdanên me tên redkirin."
Di nava tecrîdê de tecrîd
Girtiyan diyar kir ku hevalên wan ên cezayê muebetê yê giran girtin di nava "tecrîdê de tecrîdê dijîn' û wiha hate gotin: "Hevalên me Hakan Adiguzel, Ramazan Kizildag, Nurî Akbulut, Mehmet Karaman bi tena serê xwe derdixin qadên hevpar. Hinceta wê jî 'avahîsaziya girtîgehê guncav nîn e' nîşan didin û besiva sewqan jî nadin. Dema em ji odeyan derdikevin bi dest û cihaz lêgerîna me dikin. Dema me paşve tînin jî heman lêgerînê careke din dikin. 2'yemîn Midûrê Girtîgehê Haydar Alî Ak bi yekîneya taybet a ava kir bi ser odeyan de digire û heqaretan dike. Vî kesî li Girtîgeha Erziromê jî îşkence li hevalê me kir. Gardiyanên faşîst li hemberî me sor dikin û hevalên me yên temenê wan di bin 25'ê saliyê de rastî zextên psîkolojîk tên û dixwazin wan bikin sîxur. Hevalên me di odeyekê de tenê tên girtin. Deme em dixwazin bi midûr re hevdîtinê bikin an gardiyanek tê an jî psîkolok tê. Em dê li hemberî van pêkanînan di nava mehekê de çalakiyan li dar bixin. Ji 22'yê nîsanê saet di 12.00'an slogan berzkirin, ji 22'ê nîsanê heta 13'ê gulanê xwarina şevê negirtin û dernevekin hevdîtina girt. Ji 29'ê nîsanê heta 13'ê gulanê derneketina qadên hevpar, bi saet di 12.00'an de slogan berzkirinê li derîxistin dê çalakî pêk bên. Em di vê mijdarê de raya giştî agah dar dikin. Em bi name û daxwaznameyan sazî û dezgehên fermî têkildarî pirsgirêkan de agahdar kirin."
DÎHA/STENBOL
Ji girtiyên PAJK'î bang
Girtiyên PAJK'î yên li Girtîgeha Jinan a Karataşê, têkildarî çalakiya gireva birçîbûnê ya ji aliyê 19 girtiyên PKK'î û 2 girtiyên ji doza Biryargeha Şoreşgerî di 25'ê adarê de dan dest pê kirin daxuyaniya nivîsîkî weşandin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 21 hevalên wan 33 rojin li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger de ne.
Di daxuyaniyê de hate bilêvkirin ku bi salane li Girtîgeha Tekîrdagê binpêkirinên mafên mirovan di rojevê de ye û hevalên wan rastî pêkanînên dijmirovahî, rûmet şikandin û faşîst tên. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku daxwazên hevalên wan, daxwazên herî mafdar in û wiha hate gotin: "Di serî de Wezareta Dadê û aliyên din ên hikûmetê li hemberî vê yekê bêdengin me li hemberî gotinên çareserî, aştî û demokrasiyê bi guman dike. Rastiya di serî de Girtîgeha Tekîrdag û hemû girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê û çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger a 33 rojan û gotinên çareserî û aştiyê li cem hev bêwate ne."
'Ev nakokî ye'
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em dibêjin, ev nakokiyekî mezin e" û hate diyarkirin ku rewşa heyî li dijî pêvajoya çareseriyê provokasyon e û wiha hate destnîşankirin: "Gelo girtîgeh di kontrola hikûmetê de derketin e?" Di daxuyaniyê de hate bilêv kirin ku girtiyên PAJK'î yên li Girtîgeha Jinan a Karataşê piştgiriyê didin çalakiya hevalên xwe yên li Girtîgeha Tekîrdagê û wiha hate destnîşankirin: "Divê demildest daxwazên hevalên me bên qebulkirin. Heke daxwazên wan neyên qebulkirin û çalakî bi dawî nebe em tenê piştgiriya xwe bi gotinan nabîne. Divê hemû gelê me çalakiyên xwe bilind bikin û raya giştî li hemberî vê yekê bi hestiyar bibe."
EDENE
Rastî zextan tên
31 girtiyên PKK'î yên piştî çalakiya greva birçîbûnê ya 68 rojan berdewam kir û bi hinceta tevlî çalakiyê bûn sirgûnî 1'emîn Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê hatin kirin rastî tecrîdê tên û bi edliyan re derdixin hewşê.
Hate ragihandin 31 girtiyên PKK'î yên sirgûnî 1'emîn Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê hatin kirin rastî tecrîdê tên. Hate zanîn ku girtî li girtîgehê di koguşên 7 kesî de tên girtin û bi girtiyên edlî re derdixin hewşê û ev yek şermezar kirin. Ji ber vê yekê 2 mehin girtiyan dernaxin hewşê. Girtî jî bi armanca şermezarkirina vê yekê dernakevin hevdîtina telefonê.
Girtiyan daxwaza 4 koguşan bînîn cem hev û bi hev re derbixin hewşê û heke daxwaza wan pêk neyê dê çalakiyên xwe berdewam bikin. Hate ragihandin ku malbatên 31 girtiyan ji ber li bajarên cuda ne û rewşa wan a aborî nebaş e nikarin bên hevdîtinê.
Rayedarên girtîgehê jî têkildarî mijdarê de piştî bi midûr re hevdîtin kir wiha got: "Koguşên siyasî û edliyan cuda ne. Hewşên koguşan hene. Nemimkun e girtiyek ji koguşekî din biçe hewşa koguşekî din."
STENBOL