Hin malbat ji Mêrdîn, hin malbat ji Şirnex û hin malbat jî ji Colemêrg, Wan, Sêrt û bajarên din jibo hevdîtinê diçin Îzmir, Bûrsa, Stenbol û bajarên rojava. Malbatên ku rastî van zor û zahmetiyan tên serpêhatî û zahmetiyên dijîn bi DÎHA re parve kirin.
Dayika girtî Serdar Kaplan ê di 23'ê Tîrmeha 2012'an de ji Sêrtê sirgûnî Girtîgeha Şakranê hat kirin, Yildiz Kaplan serpehatiyên xwe parve kir û wiha got: "Em ji Wezareta Dadê dixwazin ku êdî dawî li vê mexdûriyeta me bîne. Zarokên me li girtîgehan nexweş dikevin lê nayên dermankirin. Em naxwazin êdî kes li girtîgehan jiyana xwe ji dest bidin.
Dayika Ubeydullah Tokay ê ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di 17'ê Tîrmeha 2012'an de sirgûnî Girtigeha Tîpa T a Şakrana Îzmirê hat kirin Mehet Tokay jî anî ziman ku ji bo hevdîtina 45 deqiqeyan 24 saetan rê dimeşin. Tokoy da zanin ku ew li Îzmirê kesî nas nakin û li Îzmirê cih û kesên ku li cem wan bimînin tune. Tokay, anî ziman ku ew di rêyên dûr û dirêj de perîşan dibin û mexdûr dibin. Tokay, da zanîn ku ew tu wateyê nadin sirgûna zarokên xwe û wiha got. "Dixwazin îşkenceyê bi malbatan bikin. Em ji bo hevdîtina nîv saetê bi hezaran kîlometre rêwîtiyê dikin. Em aştiyê û aramiyê dixwazin"
Xwişka Emîn Îrmez ê ji Mêrdînê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Şakranê hat kirin Aycan Azman jî anî ziman ku 6 zarokên birayê wî hene û ji bo hevdîtinê 24 saet rêwêtiyê dikin. Azman, da zanîn ku birayê wê nêzî salek e nikare zarokên xwe bibîne û rastî cezayê tecrîd û ragihandinê tê. Azman, da zanîn ku birayê wê tu sûc nekiriye û tu kes nekuştiye. Azman, destnîşan kir ku kesên li nasname û mafê xwe xwedî derdikevin tên sirgûnkirin û xwest ev neqeqî bi dawî bibe.
DîHA/ÎZMÎR