Kesê bi navê Ebdilcelîl Xelîl beriya 4 salan di encama arîşeykê de biyarê xwe Ferhan Xelîk kuşt û ji gund bar kir. Komîteya Lihevhatinê ji bo çaserkirina vê pirsgirêkê ket nava hewldanan û di encamê de herdû malbat li hev anîn. Merasîma lihevanînê bi beşdariya endamên herdu malbatan û rûspiyên herêmê li gundê Sûsik ê girêdayî bajaroka Şeran hate lidar xistin.

Di merasîma lihevhanînê de kurê Ebdilcelîl Xelîl û kurê Ferhan Xelîl axivîn û dan zanîn ku pêwîste dijminahiya di navbera herdu malbatan de bidawî bibe. Di merasîmê de her wiha Hevseroka Meclisa Gel a Kobanê Ayşe Efendî û Endamê Komîteya Lihevhatinê Ehmed Yabsa jî axivîn û dane zanîn ku pêwîste arîşe û nakokiyên civakî bêne rakirin, çanda lêborîn, hezkirinê bê avakirin û li hemberî dijminê gelê Kurd yekîtî bê bihêzkirin.

KOBANÊ