Li Hewlêrê Galeriya Şaneder bi erkeke ji xwe razî, xwe gurçûpêç kiriye: Ew dixwaze bibe malek ji bo çand û hunerê Kurdî. Ji bo vê jî wê heta niha 200 hezar berhemên hunermendan nîşan dane.

Li Hewlêrê Galeriya Şanederê bûye cihê nasandin û lihevguhertina çanda Kurd û çanda welatên cihanê. Rêveberê Giştî yê Galeriya Şaneder Hevkar Reskîn dibêje; “Niha ev galerî bûye navendeke hunerî ya Kurdî ku heta niha yekem navenda bi vî rengî ye ku karê hunerî lê tê kirin.”

Galeriya Şaneder sala 2009’an, li nava Parka Şaneder a Hewlêrê hate çêkirin. Niha gelek berhemên hunerî, tablo, peyker û wêneyên rangareng ên kurdewarî tê de hene. Rojane bi sedan geştyar û welatiyên Herêma Kurdistanê serdana galeriyê dikin. Galerî her roj ji saet 10.00’an heta saet 18.00’an vekiriye.

Armanc nîşandana berhemên Kurdan bû

Rêveberê Giştî yê Galeriya Şaneder Hewkar Reskîn e. Ew têkildarî galeriyê  dibêje, “Armanca vekirina vê galeriyê pêşandana berhemên hunermendên Kurd bû. Di galeriyê de, tablo, peykerên seramîk û wêneyên humermendan tên nîşandan. Li galeriyê piştî salekê destpêkirina karên hunerî, me karî Hola Neandertal jî vekin, di vê holê de berhemên hunerî û berhemên sînemayî tên nîşandan. Herwiha kurteşano jî lê tên pêşkêşkirin. Lê, di sala 2011’an de Galeriya Şaneder hinekî hate guhertin. Bû navendeke rewşenbîrî û hunerî. Tê de huner hemû tên çêkirin. Her meh yan jî demsalê bi sedan çalakiyên hunerî yên rengareng tê de dihat kirin, heta ku wiha lêhat ku bû navendeke gihandina çanda Kurdî li gelek navendên çandî yên dewletan.” Hewkar Reskîn diyar kir ku di dîroka bajarê Hewlêrê de Galeriya Şaneder yekem navenda hunerî ye ku bi bê mezinbûnê karê hunerî dike û got, tê de 200 hezar berhemên hunermendan nîşan dane ku piriya wan ên nîgarvaniyê ye.

 

ROJNEWS/HEWLÊR