
Malên dîrokî yên Çelê dîroka wan heta beriya bi 700 salan diçe, û li ber nemanê ne. Çeliyan got, "Ev mal dîroka me ne. Divê zarokên me jî vê dîrokê bibînin" û xwest ev çand û dîroka gelê herêmê bê parastin.

Ev malên wekî "Malên Çelê" tên zanîn, dilê welatiyan reht dikin û welatî dixwazin ew bên parastin. Welatiyê bi navê Enver Demîr xwest ev malên zarokatiya wî li wan derbas bûye, bên restorekirin. Sultan Gunduz jî ku zarokatiya wê li van malan derbas bûye, got, heta beriya bi 20 salan jî ev mal ava bûn û axivî: "Divê teqez rayedar ji van malan re çareseriyekê bibînin." Hasîbe Yildiz jî anî ziman ku ev malên kevirî dîroka Çelê ne û wiha pê de çû: "Em di van malan de hatin dinê. Dayik û bavê me bi salan di van malan de jiyan. Xeyalên me yên zarokatiyê di van malan de ne û dîroka navçeya me ye. Em dixwazin zarokên me jî van malan bi kar bînin.“
MA / COLEMÊRG