Malên Cîhana Zarokan ku di bin sîwana rêxistina jinan Yekitiya Star de li Kantonên Rojavayê Kurdistanê hatin avakirin, ji perwerdeyê heta tenduristiyê, ji hunerê destan heta bi karên çandî, ji bo zarokan kar dike.

Gelê Rojavayê Kurdistanê ku ji perwerdeyê heta bi tenduristiyê, ji ewlekariyê heta bi aboriyê, ji edaletê heta bi civakîbûnê li her warî xebatên ji nû ve avakirinê dimeşîne, bi sazîbûnên nû re hebûna xwe qewîn dike. Saziyên jinan serkêşiya van xebatan dikin. Li akademiyên di bin sîwana rêxistina bilind a jinan Yekitiya Star de jin tên perwerdekirin, li aliyê din li Malên Cîhana Zarokan ên di bin heman sîwanê de jî, zarok li hev tên komkirin û jiyan bi wan re tê parvekirin.

Li Cizîrê 4 malên zarokan

Ji rêveberên Mala Cîhana Zarokan Îlham Salih Omer da xuyakirin ku ew dixwazin bi vê saziyê re bandora rewşa li Sûriye û Rojava ya li zarokan kêm bikin û nehêlin di pêşketina ruhî ya zarokan de pirsgirêk derkevin holê. Omer diyar kir ku wan bi derfetên gelekî kêm heta niha li Qamişloyê 4 Mal ava kirine û li van malan 300 zarok serê sibê û piştî nîvro bi du beşan perwerdeyê dibînin. Îlham Salih Omer da zanîn ku li Kantonên Efrîn û Kobanê li her yek ji wan maleke wan hene û destnîşan kir ku ew dixwazin di demeke nêz de li her deverê hejmara van malan zêde bikin.
 
Dersên cur bi cur

Ji zarokên 4-6 salî re danê sibê, ji yên 6-9 salî re jî piştî nîvro li navendan, li gorî bernameya perwerdeyê ya li Malên Cîhana Zarokan çîrok tên gotin, lîstik tên lîstin, karê hunerê destan hînî zarokan tê kirin. Hefteyê sê rojan, saetekê Kurdî tê fêrkirin. Tevî vê zarok fêrî govend, muzîk û şanoyê jî dibin. Di mijara paqijî û tenduristiyê de zarok tê agahdarkirin ka bi çi rengî dikarin hawirdorê û tenduristiya xwe biparêzin. Hefteyê carekê zarokan dibin avê û avjeniyê hînî wan dikin. Rêvebera mala zarokan Omer diyar kir ku herî zêde zarok dikevin bin bandora rewşa heyî ya li Sûriyeyê û anî ziman ku ji aliyê pedagojîk ve ew di nava helwesteke taybet de ne. Omer da xuyakirin ku ji ber vê yekê ew gelek caran diçin cem malbatên zarokan û bi malbatan re her pêşketina zarokê parve dikin.

Derfet pir kêm in

Omer ragihand ku li malên wan ava kirî, ew dixwazin rewşeke ku zarok lê karibin bi hêsanî tevbigerin ava bikin û dixwazin hunerên zarokan derxînin holê. Omer bal kişand ser derfetên xwe yên kêm û got, Yekitiya Star hem madî hem jî manewî palpiştiya wan dike. Omer bang li saziyên navneteweyî yên zarokan kir, ku piştgiriyê bi wan re bikin. 

 ANHA/QAMIŞLO