Niştecihan diyar kirin ku ew gelek caran li hemberî xirakirina malên dîrokî bertekên xwe dane nîşandan lê belê bertekên wan ji aliyê rayedaran ve her tim rastî gefan hatine. Welatiyê bi navê Ercan Çete diyar kir ku ew yek ji wan malên dîrokî de rûdinê û wiha got: "Mala min pir kem e. Tapuya malê min a ji dema osmaniyan de heye. Em ji malên xwe dernakev in, dixwazin me ji malên me derxin."
Çete destnîşan kir ku rayedaran hatine cem wî û jê re gotine ku 'malê xwe vala bike tu nikarî tiştek bikî', 'dewlet e dikare we ji malên we derxe' û teklifa ku me ji we re gotiye qebûl bikin' û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez ê ji bo ku mal êmin ji destê min netsînin, ez ê li ber xwe bidim. Mala min, maleke dîrokî ye û ez naxwazim dîrok bê xirakirin. Mala ku em têde dijîn malekî 148 salî ye. Xirakirina dîrokekî bi wijdanî ye."
'Di destê min de tapû heye'
Çetîn, der barê nêzîkatiya rayedaran de jî ev tişt gotin: "Ji ber ku em li hemberî xirakirina malên dîrokî bertek nîşan didan em her tim rastî gefên rayedaran dihatin. Rewşa me li holê ye! Me hemû tiştên xwe yên malê derxistiye ber derî. Dê van rojan werin me ji malên me derbixin. Em bi daxwaza xwe dernakevin, bi zorê em têne derxistin. Di destê min de tapuyê malê hey elê belê rayedaran dibêjin ku em ê we ji malên we derbixin."
DÎHA/MÛŞ