Malên dîrokî yên bajarên Bedlîsê ku bi mîmarî, fîgur û şemalên xwe li her derê dibin mînak û bala hemû turîstên cîhanê dikişînin ser xwe, ji ber ku rayedarên dewletê û şaredari li wan xwedî dernakeve, yek bi yek wêran dibe. Yek bi yek hildiweşe û xera dibin.
Malên dîrokî yên kevirî ku berê hêjmara wan bi hezaran bûn, niha tenê 244 mal hatine parastin û di bin tescillê de ne. Ji hezaran malan tenê 435 mal wekî berhem û warên dîrokî hatine pejirandin. Malên dîrokî, ji ber şerê li herêmê û valakirina herêmê, bê xwedî dimînin û ji aliyê rayedarên dewletê ve nayên parastin. Her çend rayedarên navendî û herêmî yên dewletê bêjin "Ji bo me mîmariya Bedlîsê gelek girîng e" jî dîsa ji rewşa avahî û xaniyan xuya dibe ku rayedar çiqas qîmetê didin van avahiyan. Ji ber ku ev malên dîrokî yek bi yek hildiweşe, mîmariya herêmê, dîrok û çanda herêmê ya hezar salan jî pêl bi pêy winda dibe û têk diçe.
Li gel ku gelek mal ji aliyê dewletê ve hatine tescilkirin û di nava qada SİT'ê de cihê xwe girtine jî dîsa rayedarên dewletê ji bo parastina van malan heta niha tu gav neavêtiye. Ji ber ku rayedarên dewletê li hemberî kesên ku van avahiyan wêran dike û xera dike tu cezayên zagonî pêk nîne, roj bi roj dîrok winda dibe û têk diçe. Gelek avahiyên dîrokî, li gel di qada SÎT'ê û tescîlê de ye jî dîsa xera dibin.
Welatiyê bi navê Abdulkerîm Tayfun ê li Taxa Kevir dijî, anî ziman ku Bajarê Bêdlîsê ji ber avahî û şûnwarên dîrokî û mîmariya van avahiyan navenda tûrîzm û çandê ye. Tayfûn, destnîşan kir ku hilweşîna van avahiyan, hilweşîna dîrok û çandê ye û wan pir xemgîn dike. 

Midûrê Çand û Turîzmê yê Bedlîsê jî parast ku ji bo parastina van avahiyan her tiştî dikin û xwediyê xaniyan rexne kir. Midûrê Çandê da zanîn ji bo ev avahî bên parastin divê berî her tiştî Wezareta Çandê lijneyekê ava bike û dest bi xebatê bike. Midûr, da zanîn ku tespîta wan a ji bo malên bên parastin heye û xwest welatiyên ku xaniyên wan dîrokî ye jî seri li wan bidin û bixwazin xaniyê wan bên parastin.

DÎHA/BEDLÎS