Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlan binpêkirinên der mirovî li Efrînê didomînin. Hêzên dagirker di rojên dawî de li gundê Kîmarê 15 malên sivîlan desteser kirin û kirin bargehên leşkerî.

Gundê Kîmarê girêdayî navçeya Şêrawayê û 8 km dikeve başûrê bajarê Efrînê. Kîmarê gundekî kavne, tê de qesir û gelek malên dîrokî hene.Li aliyê rojhilat qubeya du wêneyên tawîsan lê hatine xêzkirin û ji aliyê li aliyê başûr ve jî dêrek he ye.

Artêşa Tirk a dagirker 8‘ê Nîsanê li herêmê dest bi lêkirina dîwarê parçekirina Efrîn kir. Hêzên dagirker piştî ku darên zeytûnan ên şêniyên birîn  dest bi lêkirina dîwaran kir. Ev dîwar ji gundên Kîmarê û Cilbirê yên navçeya Şêrawayê heta gundê Meryemîn ê navçeya Şerayê tên lêkirin.

Li gorî agahiyên ku şêniyên gundê Kîmarê dane dagirkeran piştî ku 300 metre ji dîwarê parçekirinê lêkir bi bilindahiya 3 metreyan, zêdetirî 15 malan desteser kir û veguherand bargehên leşkerî.

Telefonên me ji me standin

Şêniyê bi navê I.E yê ji gundê Kîmarê dibêje;”Artêşa Tirk û çeteyên wê nahêlin şêniyên gund li nêzî dîwarê parçekirinê bigerin yan jî biçin nav zeviyên xwe yên nêzî herêma dîwarê li bakurê rojhilatê gund. Her wiha telefonên kamîreyên wan hene, ji şêniyan tên stendin.

Heman çavkaniyî da zanîn ku, çeteyên dagirkeriya Tirk xetên telefonê birîne û şêniyan neçar kirine ku xetên Tirkî bikirin.Dagirkeriya Tirk lêkirina dîwarê parçebûnê li her du gundên Meryemîn û Cilbirê didomîne.

 

ANHA/HELEB