Çeteyên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam tevgera xwe ya li ser sînorê Efrînê zêde kirine û malên sivîlan gulebaran dikin, da ji malên xwe koç bikin.

Ev du rojin Kantona Efrînê rastî êrîşên dijwar ên çeteyên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam ên ku li kela Seman, kampa Etma û Dara Izê bi cih dibin, tê.

Li gorî şêniyên gundê Dêwa yê girêdayî navçeya Cindirêsê, çeteyên Cebhet El-Nusra ên ku li kampa Etma bi cih dibin malên şêniyên gund gulebaran dikin, da bitirsin û malên xwe terk bikin.

Çeteyên Cebhet El-Nusra yên ku li Dara Izê ya rojavayê Helebê jî, guleyan davêjin gundên Îska û Xezawiye yên girêdayî navçeya Şêrawa. Şervanên YPG/YPJ′ê bersiva êrîşên çeteyan dan. 


EFRÎN