“Divê partiyên siyasî û hemû xelk, zorê li hikûmet û parlamentoyê bikin da ku êdî rê nedin binpêkirina serweriya xaka welat. Rojek Îran bombebaran dike, rojek Tirkiye xelkê teror dike.”

Endamê Meclîsa Navendî ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Eta Serawî bang kir ku xelk weke helwestekî li dijî bûyera li bajarê Trabzon ê Tirkiyeyê mal û filmên Tirkî boykot bikin û got; “Ji ber yekgirtî nînin û baweriya me bi hev nîne, dewleta Tirk êriş dike.”

Eta Serawî têkildarî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê û li bajarê Trabzonê ji ber ala Herêma Kurdistanê êrişa nijadperestên Tirk a li ser geştiyarên Başûrê Kurdistanê axivî. Eta Serawî bûyera li Trabzonê weke, ‘Heqaretkirina li netewe û nîştimanê Kurdan’ bi nav kir û anî ziman ku ti bendewariyên wî nîne hikûmet û partî bibin xwedî helwestek cidî. Eta Serawî wiha peyivî “Divê hişyariya xelkê li ser vê mijarê hebe. Divê xelk film û malê Tirkî boykot bikin. Li şûna ku biçin Tirkiyeyê li welatê me bi xwe cihên geştiyarê gelek in.”

Îran û Tirkiye bombe dikin

Eta Serawî bal kişand ser êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê û got; “Divê partiyên siyasî û hemû xelk, zorê li hikûmet û parlamentoyê bikin da ku êdî rê nedin binpêkirina serweriya xaka welat. Rojek Îran bombebaran dike, rojek Tirkiye xelkê teror dike. Ev kareke ku divê xelk û hikûmet bi hev re li hember derkevin.”

Yekem netewe, duyem niştiman, paşê hizb

Endamê Meclîsa Navendî ya Yekîtiya YNK Eta Serawî li ser xemsariya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk got: “Helwesta hikûmetê ji aliyê xelkê ve nayê qebûlkirin û di asta pêwîst de nîne. Dikare bibe xwedî helwest. Ji ber yekgirtî nînin û baweriya me bi hev nîne, dewleta Tirk êriş dike. Ji ber çi me dikarî li çiya şerê Îran û Tirkiyeyê bikin, ji ber çi li vir nikarin? Ji ber ku baweriya me bi hev nîne. Em û PDK, em û Gorran yan em û îslamiyan di du eniyên cuda de ne. Divê dest ji vê berdîn. Yekem netewe, duyem nîştiman û sêyem hizb, ne yekem xizb û duyem rêveber û sêyem niştîman be.”

Li Trabzonê çi qewimîbû?

Komeke geştiyarên Başûrê Kurdistanê dema xwestin li ser golê bi ala Herêma Kurdistanê wêne bigirin, nijadperestên Tirk êrişî wan kirin. Koma nijadperestan geştyar lînc kirin û polîsan li bûyerê temaşe kir. Paşê dewleta Tirk 9 geştyar dersînor kirin.

BERHEM LETÎF / ROJNEWS/SILÊMANÎ