Esnafekî Kerkûkî yê xwedî dukaneke şûşe û amûrên xweşikkirina nava malê, alavên ji şîrketeke Tirkî girtibû lê vegerand û diyar kir ku ew êdî hîç malê Tirkî naxe nava dukana xwe.

Nêzî meheke li Başûrê Kurdistanê weke helwestek netewî û exlaqî, li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê boykota malê Tirkî destpêkiriye. Bi heman armancê welatî û esnafên bajarê Kerkûkê jî tevlî pêngava boykotkirina malê Tirkî dibin.

Esnafê bi navê Aram Refet yê xwediyê dukana şûşe û amûrên xweşikkirina nava malêye boykota malê Tirkî kir û amûrên Tirkî yên di nava dukanê de li şîrketa ku jê girtiye vegerand. Aram Refet têkildarî mijarê got, “Weke erkeke exlaqî, mirovî û netewî, min pêwîst dît ku boykota malê Tirkî bikim.”

 

ROJNEWS/KERKÛK

 
 

Piştî 40 salî ambargoyeke sembolîk

Di salvegera 40´î ya dagirkirina balyozxaneya Amerîka ya li Îranê de, Wezareta Xezîneya Amerîka kurê Rêberê Îranê Xamineyî û 8 rayadarên din ên Îranê xiste lîsteya ambargoyê. Dîsa pêr di vê salvegerê de xwepêşander li Kerbelayê xwestin bikevin sefareta Îranê. Hêzên dewletê gulle li xwepêşanderan reşandin û tê de 4 kes hatin kuştin.

Li gorî daxuniya Wezareta Xezîneya Amerîka, ev kesên ku xistine nava lîsteya ambargoyê, destê wan di êrişên tundrew ên Lubnan û Arjantînê de hene û wiha tê gotin; "Amerîkayê karbidestên li derdora Rêberê Îranê kom dibin kiriye hedef û siyaseta têkdanê pêk tînin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN