Li Herêma Kurdistanê boykotkirina malên Tirkî didome. Boykot gelekî bi bandor e, û ev jî bi hin bûyerên berbiçav diyar dibe. Di vî warî de yek ji aktîvîstê Pêngava Boykota Malên Tirkî Rêbaz Ûsif ê li Hewlêrê têkildarî boykotê û sextekariyên ji bo şikandina tesîra boykotê axivî.
Rêbaz Ûsif dibêje, piştî ragihandina pêngava boykotkirina malên Tirkî li Başûrê Kurdistanê bi şêweyekî giştî di malên Tirkî hemûyan de boykot bi bandor bûye.
Rêbaz Usif da zanîn ku hinek bazirgan bi sextekarî malên Tirkî dixin pakêtên cuda yên nû û bi navê welatên din û barkoda wan welatan lê didin û bi vî rengî difiroşin.
Rêbaz Usif ji bo rê li ber van sextekariyan bê girtin jî bang li qeymeqamtiyê kir ku têkildarî mijarê lijneyek bê avakirin û got, “Gel niha zêdetir hişyar e û dikare berhemên navxweyî nas bike.”
Cotmeha sala 2019’an li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur Rojavayê Sûriyeyê li Başûrê Kurdistanê ji bo boykota malên Tirkî pêngavek hat destpêkirin. Pêngav di demeke kurt de li her devera herêmê belav bû, hê jî didome.
HEWLÊR/ROJNEWS